Çîroka Xwişkên Mirabal; çirûska têkoşîna ji bo parastina jinan

25`ê Mijdarê ji bîranîna Xwişkên Mirabal veguherî rojeke navneteweyî ya têkbirina tundiya li dijî jinan, ev boneya navneteweyî bangên ji bo derketina li hember hemû cureyên tundiyê yên bedenî, derûnî û civakî nû dike û daxwazên tunekirina zîhniyeta baviksalar tên kirin.

Çîroka Xwişkên Mirabal; çirûska têkoşîna ji bo parastina jinan
21 mijdar, 2026   03:05
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Di 25`ê Mijdara 1960`î de li Komara Domînîkê 3 xwişk ji ber tevgera xwe ya siyasî û berxwedana li beramberî desthilata diktator hatin swîqestkirin, birînan wan bû semboleke cîhanî ya têkoşîna li dijî tundî û cudekariya ku rastî jinan tê, 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bingeha xwe ji vê biranînê digire.

XWIŞKÊN MIRABAL; JI BERXWEDANÊ BER BI SEMBOLEKE CÎHANÎ VE

Di dema diktator Rafael Trujillo de li Komara Domînîkê di navbera salên 1930-1961`an de 3 xwişkên bi navê Hin Patria, Minerva û Mariya Teresa Mirabal li hemberî desthilata dîktator koletî red kir û dest bi tevgereke siyasî ya muxalif kir, bi vî awayî bûn sembola berxwedanê li welat.

Her sê xwişk ji ber tevger û berxwedana xwe ya bi awayeke veşartî bi navê perperokan dihatin nasîn, ew ji ber helwestên xwe rastî girtin û zextê hatin.

Di 25`ê Mijdara 1960`î de her sê xwişk piştî vegera ji serdana hevkarên xwe yên girtî, ji hêla endamên girêdayî pergala Rafaêl Tiroxiyo hatin swîqestkirin, qetilkirina her sê xwişkan di nava civaka dominikî de rewşeke matmayîbûnê ya mezin derxiste holê, ew hişt ku muxalefeta gelêrî xurt bibe û sala 1961`an ew pergal were bidawîkirin.

Bîranîna Xwişkên Mirabal tenê di dîroka têkoşîna siyasî ya Komara Domînîkê nema, ew bû sembola berevaniya li ber azadiya jinan û mafê wan ê beşdariya qada siyasî û civakî.

Bûyîna 25`ê Mijdarê ya boneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne gaveke derbasedar e, ew di encama têkoşîna demdirêj a tevgerên jinan û hiqûqnasa ne.

Di sala 1981`an de çalakvanên jin ên ji Amerîka, herêma deryaya El Karêbî ev dîrok kir roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

Di 20`ê Kanûna 1993`yan de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) danezana têkildarî tundiya li dijî jinan li gorî biryara 104/48`an derxist, ew biryar dibîne ku tundiya li dijî jinan binpêkirineke mafê mirovan û azadiyên esasî.

Di 17`ê Kanûna sala 1999`an Civata Giştî ya NY`ê biryara 134/54 da, bi vê gavê ev roj li ser asta navneteweyî bû roja têkbirina tundiya li dijî jinan, bang li hikumet, rêxistinên navneteweyî û saziyên civaka sivîl hat kirin ku ji bo pêşxistina hişmendiyê û rêgirtina ber xeteriya vê diyardeyê çalakiyan birêxistin bikin.

Ji wê dîrokê heta roja îro, salane bangên bidawîkirina tundiya li dijî jinên ciwan û jinan tên nûkirin, tê destnîşankirin ku divê jin werin parastin, mafê wan ê jiyan, azadî, rûmet û wekheviyê bê misogerkirin.

TUNDÎ BI GELEK AWAYAN DIDOME

Lê bi hatina vê roja cîhanî mijara tundiyê li gelek civakan dibe mijara nîqaşê, li her herêm an welatekî bi awayeke ji hev cuda nîqaş tên kirin, ev yek li gorî hişmendî, têkiliya di navbera hegemonî û cudekariyê yak u rê dide ku zilam desthilatdar be û bandorê li jiyana jinan û biryarên wê bike pêk tê.

Tundî ne tenê bi şêweyekî bi tenê pêk tê, gelek şiklên tundiyê tên dîtin, bandor û awayê pêkanîna wê ji hev cuda ne, hemû cure binpêkirine li dijî jinan, rê li ber azadî û rûmeta wê digire.

Tundiya bedenî yek ji awayê tundiyê yê gelekî diyar e, di vê cureyê de hêz li hemberî bedena jinan di nava malê, di nava civakê, cihê xebatê û jiyana giştî tê bikaranîn, lêdan û şewitandin..hwd tundiya li dijî bedenê ne.

Tundiya derûnî yek ji cureyên ku bi zehmetî tê dîtine, teysandineke kûr di rewşa jinan a derûnî, hîsa jinan a bi nirxê hebûnê û serxwebûna wê dike.

Li kêlek van cureyan, jin rastî tundiya aborî jî tên, ew ji serxwebûna darayî tên dûrxistin an jî jêdera debara wan, milk û pereyên wan ji wan tê girtin, rê li ber xebata wan tê girtin.

Tundiyar bedenî yek ji cureyên xwedî xeterî ye, ev tundî bi darê zorê, bi zimanê şantajê û bikaranîna desthilatê pêk tê.

Ev cureyên tundiyê diyar dikin ku tundiya li dijî jinan ne tenê bi awayeke yekser, ew bi kiryarên ku beden, îrade, serxwebûn, mafê jinan ê aborî û civakî bikartîne pêk tê.

BI HEV RE JI BO TÊKBIRINA TUNDIYÊ

Rêgirtina li ber tundiya li dijî jinan tenê bi lidarxistina bîranîn û çalakiyan, gotina dirûşmeyan pêk nayê, ew daxwaza xebateke domdar ku ji malbatê dest pê dike û ber bi saziyên perwerdehyê, çapemeniyê, qanûnê û rêxistinên civaka sivîl ve diçe dike.

Belavkirina çanda wekheviyê, rêzdariya li hemberî hev, pêşxistina hişmendiya mafê jinan, dayîna derfetên wekhev di perwerde, xebatê de, beşdariya di biryardayînê de gavên esasî yên derketina li hemberî kiryarên cudekariyê û rêgirtina ber tundiyê ye.

Berpirsyartiya têkoşîna li hemberî tundiyê ne tenê li ser milê jinan e, ew berpirsyartiya mêr, sazî û civakê giştî ye, divê hemû cureyên cudekarî û serdestiyê bê redkirin, ji bo avakirina têkiliyeke hevkar û xwedî rêzdarî xebat bên meşandin.

(sb)

ANHA