Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e

Bi dehan ciwan û xwendekarên ji bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya dayîna 3 waneyên zimanê Kurdî di hefteyê de derketin û got: “Zimanê Kurdî xeta sor e, înkarkirina wî înkarkirina hebûna me ye.”

Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
Ciwan û xwendekarên Dirbêsiyê: Zimanê Kurdî xeta sor e
10 cotmeh, 2026   20:59
HESEKÊ

Bi dehan ciwan û xwendekarên ji Dirbêsiyê li dijî biryara Wezareta Perwerdê ya dayîna 3 waneyan zimanê Kurdî di hefteyê de derketin.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Jin ber bi Çerxerêya Keziyê ve dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên “Zimanê me hebûna me ye, bazarî li ser hebûna me nabin” û diruşmayên bi daxwaza divê di hînbûna zimanê Kurdî de edalet hebe hat kirin.

Li Çerxerêya Keziyê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir ciwana bi navê Fatme Şêxo li ser navê ciwan û xwendekaran daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirku zimanê Kurdî maf e, parastina wê di hemû waran de parastina çand û nasnameyê ye û biryara wezaretê “li dijî zarok û xwendekaran neheqiyek e”.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê di destûra Sûriyeyê de parastina zimanên tevahî pêkhateyan were kirin, mafên zimanî yên xwendekaran werin misogerkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku tevgera li qadan heta pêkanîna daxwazan berdewam e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “hewldana qetilkirina ziman hewldana qetilkirina mirov bi xwe ye. Zimanê Kurdî xeta sor e û înkarkirina wî înkarkirina hebûna Kurdan e.”

Xwepêşandan bi diruşmayên “Bê ziman jiyana nabe” bi dawî bû.

(f)