Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin

Cotkarên parêzgeha Hesekê hîna pereyên xwe yên genim wernegirtine û mazot biha ye. Li gorî cotkar dibêjin wan hîna deynê sala borî nedaye û nikarin îsal çandiniyê bikin?

Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
Cotkar dibêjin zehmet e îsal çandiniyê bikin
15 mijdar, 2026   03:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber bihabûna mazotê û nedayîna pereyên genim cotkar ketine rewşa ku traktor û alavên xwe yên çandiniyê bifiroşin. Ew nikarin deynê sala borî bidin û lêçûnan dabîn bikin. Metirsî hene ku gelek cotkar dev ji çandiniyê berdin.

Cotkarê bi navê Ehmed Cerûd El Hemada anî ziman ku cotkarên herêma Sebei û Erbeîn hîna pereyên xwe yên genim wernegirtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pereyê min ê genim 271 milyon e û li ser hev nadin min. Cotkar li ser deynê xwe û amadekariya demsala nû ya çandiniyê dereng mane. Rewşa heyî neyînî bandor li wan kiriye. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku pereyên me zû bidin. Cotkar ji sibehê heyanî ku banka tê girtin, li ber derî ne û li benda dora xwe ne."

COTKARAN DEV JI ÇANDINIYÊ BERDA

Mihemed Salih Mihemed ji Şedadê ye ew yek ji cotkarên ku neçar man dev ji çandiniyê berdin. Mihemed anî ziman ku wî tablêta enerjiyê û dînamoyên xwe firotin û wiha lê zêde kir: "170 donim erdê min hebû. Min genimê xwe ji Şedadê anî Til Hemîs û firot. Gelek deyn li min hene. Herî dawî min tablêta enerjiyê û dînemoyên avê yên mezin firotin. Heke alîkarî bi cotkaran re neyê kirin zehmet e ku li çandiniyê vegerin. Ez ji sala 1996`an ve çandiniyê dikim. Demsala sala borî ji min re zehmet bû. Di sala berî wê de min hem payîzê hem zivistanê erdê xwe çand. Min gelek sûd ji çandiniyê wergirt. Lê niha alîkarî bi me re nayê kirin. Êdî zehmet e ku cotkar erdên xwe biçînin. Lêçûnên çandiniyê biha ye. Ez neçar mam ku hemû aracên xwe bifiroşim û heke bi me re nebin alîkar, ez nema dikarin çandiniyê bikim."

‘BIHABÛNA SOTEMENIYÊ GELEKÎ BANDORÊ DIKE’

Cotkarê bi navê Mihemed El Omer jî got: "Banka pereyên cotkaran nade û taloq dike. Em her tim li bendê ne ku kengî pereyên me bidin. Deynê xwediyê traktor û darasan li me ne. Jixwe piştî ku sotemenî biha bû zehmet e em çandiniyê bikin. Heke mazot nebe em nikarin erdê xwe cot bikin û biçînin. Heke rewşa me bi vî awayî bidome em ê nekarin çandiniyê bikin."

Li gorî çavkaniyên herêmî rojane nêzî milyonek dolarê amerîkî digihêje parêzgehê û li ser bajaran belav dikin. Cotkarên Hesekê jî roja sêşem û çarşemê dikarin pereyên xwe wergirin.

(np)

ANHA