Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine

Cotkarên bajarê Hesekê destnîşan kir ku wan hîna pereyên genim wernegirtine û ew nikarin amadekariya demsala çandiniyê ya nû bikin.

Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
Cotkaran hîna pereyên genim wernegirtine
2 cotmeh, 2026   04:00
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Polîtîkaya aborî ya hikumeta veguhêz cotkar bê çare hiştine, hem pereyên genim nedane, hem jî sotemenî biha kiriye.

Cotkaran gotin derfetên wan nîn in ku amadekariya demsala nû ya çandiniyê bikin.

COTKAR LI BENDA PEREYÊN XWE NE

Cotkar Mihemed El Xidir got: "Ev bûye 2 meh û 20 roj em li benda pereyên xwe ne. Fatûreya min a genim 400 milyon lîreyê Sûriyeyê ye lê heyanî niha lîreyek nedane min. Hinek cotkaran heyanî niha ji pereyên xwe tenê 100 milyon wergirtine lê ew nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û amadekariyên demsala çandiniyê ya nû bikin. Bi sedan cotkar li benda dora xwe ne ku pereyên xwe wergirin û dest bi çandiniyê bikin. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku bi lez pereyên me yên genim bidin."

‘LÊÇÛNÊN ÇANDINIYÊ ZÊDE NE’

Cotkar Fayîz Hesen jî got: "Ev bûye 10 sal ez karê çandiniyê dikim lê ji ber zehmetiyên êdî ez difikirim ku nema çandiniyê bikim. Heyanî niha me pereyên xwe yên genim wernegirtine û jixwe li ser hev nadin, pere bi hemû cotkaran re nîn in ku tovê genim û ceh bikirin û kirêya amûrên çandiniyê û heqdestê karkeran bidin. Çima ew qasî pereyên cotkaran dereng didin? Saziyên çandiniyê li şûna ku bi cotkaran re alîkar bin, barê wan giran kiriye, êdî ez nema karê çandiniyê dikim."

SOTEMENÎ Û GUBRE BI DOLAR E

Fayîz Hesen bal kişand ser yek ji mijarên cotkaran tengav dike û wiha got: "Cotkar neçar dimînin ku sotemenî û gubreyê bi dolarên amerîkî bikirin, pereyên genim bi lîreya Sûriyeyê didin û ji bo em çandiniyê bikin divê em tov, sotemenî û gubre bi dolar bikirin. Em ji hikumeta veguhêz daxwaz dikin bila genimê me li me vegerîne û em li bazarê bifiroşin. Em nikarin her tim li benda pereyên xwe bimînin."

Casim El Xedîr jî got ew gelekî tengav bûne û çareseriyê dixwazin.

Ehmed El Hemada anî ziman ku wan fatûreyeke bi 290 milyon lîreyî wergirtiye û pereyên 4 cotkaran e, bank jî serê her cotkarekî 100 milyon lîre dide lê para 4 cotkaran tenê 290 milyon lîre daye. El Hemada da zanîn ku lêçûna çandiniyê biha ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kirêya traktoran serê her donimekê 20 dolar e, heqdestê karkeran, tov, gubre, sotemenî û hwd jî biha bûne. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku pereyên me bi lez bidin."

(np)

ANHA