Cotkarên Hesekê bê çare mane

Li parêzgeha Hesekê demsala çandiniyê ya payîzê di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Dem hatiye ku dest bi cotkirina erdan bikin lê cotkar bê çare mane.

Cotkarên Hesekê bê çare mane
13 mijdar, 2026   07:00
QAMIŞlO
RÊNAS REMO

Li parêzgeha Hesekê hîna erdên çandiniyê ji bo demsala nû nehatine amadekirin. Çandina genim dê dereng bikeve û ev yek dê bandorê li sektora aboriyê ya herêmê bike.

Cotkar ji ber du sedemên bingehîn nikarin dest bi demsala nû ya çandiniyê bikin. Yek ji wan sedeman bihabûna mazotê ye. Heke mazot nebe cotkar nikarin cot bikin, aracên çandiniyê û rêyên avê bixebtînin. Dema ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê mazot biha kir êdî derfet nema ku cotkar bikabin erdên xwe amade bike.

Her wiha hikumetê hîna pereyên genim nedane cotkaran. Gelek ji cotkaran li benda pereyên xwe ne da ku dest bi amadekariyên çandiniyê bikin. Ew nikarin tov û gubre bikirin, cot bikin û lêçûnên çandiniyê bidin.

Cotkaran par hektareke erdê xwe bi haro 15 dolaran cot dikirin lê îsal bi 35 dolarî ye. Heke bi disk biçînin dê bi 50 dolarî biçînin, lê par tenê bi 20 dolarî bû.

Her wiha hikumeta veguhêz îsal toneke tovê genim bi 66 hezar lîreyê Sûriyeyê yê nû ye. Lê par Rêveberiya Xweser tonek tov bi 350 dolarî da cotkaran.

Rêveberiya Xweser par tonek genim bi 420 dolarî ji cotkaran kirî û tov erzan da cotkaran. Hikûmeta veguhêz jî ton tenê bi 49 hezar lîre ji cotkaran kirî û tonek tov bi 66 hezar lîre da cotkaran.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Ehmed Sefûk ê ji gundê Til Cihan ê Tirbespiyê axivî û got: "Em nema dikarin lêçûnên trektoran kirê bikin û mazotê bikirin. Me ji pereyên xwe yên genim amadekariya demsala nû ya çandiniyê dikir. Lê îsal jî pereyên me gelekî dereng man û di rewşeke bê çare de ne. Gelek cotkaran biryar girt ku genim, sebzeyên payîz û havînê neçînin. Tu kes di tov û mazotê de bi me re nabe alîkar."

Rewşa cotkaran bandorê li çandiniyê dike. Heke cotkar genim neçînin hikumet dê genim ji derve bikire. Her wiha heke cotkar sebzeyên payîz û havînê neçînin dê bandorê li ser bazarên herêmê bike. Dema ku ax jî neyê cotkirin û di wext de neyê amadekirin, dê hilberîna wê kêm be.

Cotkar daxwaz ji aliyên têkildar dikin ku pirsgirêkên wan çareser bikin û buhayê mazot, gubre û tovan erzan bikin.

(np)

ANHA