Daxwazên ji bo naskirina destûrî ya zimanê kurdî berdewam dikin

Şênî û xwendekarên Hesekê daxwaza naskirineke fermî di destûrê de ji bo zimanê kurdî û misogerkirina perwerdeya bi kurdî kir û da zanîn ku bêparhiştina perwerdeya bi zimanê dayikê ne li gorî mafê wan ê bingehîn e, ew ê heta pêkanîna daxwazên xwe çalakiyên xwe bidomînin.

Daxwazên ji bo naskirina destûrî ya zimanê kurdî berdewam dikin
26 mijdar, 2026   05:16
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Daxwazên naskirina zimanê kurdî di destûrê de û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo nifşên bê didomin.

Der barê mijarê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şêxmûs Qinco got: “Hikumeta veguhêz a li Şamê hîn jî naxwaza ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bide.”

Şêxmûs Qinco wiha anî ziman: “Li gorî hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) mafê her mirovekî ye ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibîne.”

Qinco bang li hemû dezgehên ragihandinê kir ku heta bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi daxwazên xwendekarên Kurd re bin û li kêleka wan rawestin.

Şêniyê bi navê Ebdulqadir Derbas jî diyar kir ku hikumeta veguhêz divê bi awayekî destûrî zimanê kurdî li Sûriyeyê nas bike û wiha pê de çû: “Li kêleka zimanê erebî divê zimanê kurdî jî esas bê girtin, divê ziman û çanda hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bê naskirin.”

Şêniya bi navê Hediya Mihemed jî da zanîn ku mafê zarokan e ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bibînin û qedexekirina perwerdeya bi zimanê kurdî şermezar kir û got: “Ji 15 salan ve, em ji bo bidestxistina maf û perwerdeya bi zimanê dayikê berdêl û şehîdan didin.”

Hediya Mihemed wiha anî ziman: “Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê naskirin.”

Hediya Mihemed ev pirs kir: “Çima nahêlin zarokên me perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin? em jî xwedî maf in, hikumeta veguhêz entegreya me ragihand, kanî entegrasyon û ka zimanê me? Em ê li qadan bin û em ê daxwaza mafê xwe bikin.”

Xwendekar Rewan Mehmûd diyar kir ku xwendekar bi salan e perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin, veguhestina wan ji bo dîtina perwerdeya bi zimanê erebî li pêşiya perwerdeya wan a bi zimanê dayikê dibe asteng.

Rewan got: “Ji 10 salan ve, em bi zimanê kurdî perwerdeyê dibînin, niha jî ji me dixwazin ku perwerdeya xwe bi zimanê erebî bibînin, dema em bi zimanê kurdî diaxivin ji me re dibêjin em ji zimanê we fêm nakin.”

Rewan Mehmûd wiha anî ziman: “Ev mafê me ye û em daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin, zimanê me mafeke me ye û em bi zimanê erebî nizanin, rê nadin ku em bi zimanê kurdî biaxivin û ji me dixwazin em bi zimanê erebî biaxivin, bi salan e em perwerdeya xwe bi zimanê dayikê dibînin.”

(sb)

ANHA