Devrim Demir: Xurtkirina hevkariya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê girînge

Hevseroka Şaredariya Mêrdîn Devrim Demîr got girînge têkiliyên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de xurttir be û sazî di aliyê perwerde, xizmetguzarî, ji nûve avakirin, siyasî û rêveberiya xwecihî de bibe alîkar.

Devrim Demir: Xurtkirina hevkariya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê girînge
13 cotmeh, 2026   07:52
HESEKÊ
BOTAN HISÊN-HENAR ÎBRAHÎM

Hevseroka Şaredariya Mêrdîn û hevseroka Komîteya Dîplomasî ya Rêveberiyên Xwecihî Devrim Demir ji ANHA`yê re axivî.

Devrim Demir anî ziman ku şandeya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji bo rewşa Rojava di pêvajoya entegrekirine de bi taybet guhertinên nû yên di rêveberiya xwecihî û rewşa şaredarî û saziyên dîtir bibînin, serdana Rojava kir.

Her wiha da zanîn ku ew di nava lêgerînê de ne da ku têkilî di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê xurt bibe û di dema pêş de ji bo pêkanîna projeyan bi hev re bibin alîkar.

JIN DI PÊVAJOYA NÛ DE

Devrim Demir di nava axaftina xwe de rewşa jinan nirxand û got ji bo rolê jinan li Rojava gavên erînî û girîng hatine avêtin, dibe ku ev gav têra jinên Kurd neke lê cihê xwe di nava saziyan de girtiye û ji bo deskeftiyên têkoşîna 15 salan were parastin divê dayîmî bixebitin û li ber xwe bidin.

ROLÊ ŞAREDARIYAN KÊM BÛYE

Di berdewama axaftina Devrim Demir de hate gotin ku wan serdana şaredariyan kiriye û dîtine ku hikûmeta veguhêz gelek xebatên şaredariyan ên xizmetguzarî bi saziyên navendî ve daye girêdan û ev yek bûye sedema ku şaredarî baş xizmeta gel nekin. Her wiha anî ziman ku hinek sazî hatine seknandin û hinek jî bê îrade hatine hiştin û derfetên wan nînin ku xizmeta gel bikin.

XUTKIRINA TÊKILIYA ROJAVA û BAKUR

Devrim Demir destnîşan kir ku xurtkirina têkiliya Rojava û Bakurê Kurdistanê gelekî girînge, saziyên Bakur pîlan dikin ku bi saziyên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin bikin û di aliyê perwerde, xizmetguzarî, ji nûve avakirin, siyasî û rêveberiya xwecihî proje pêşbixînin.

Devrim diyar kir ku ew rewşa Rojavayê Kurdistanê veguhezînin û daxwaz bikin ku bi Rojavayê Kurdistanê alîkarî were kirin.

Di dawiyê de Devrim Devrim wiha got ji bo deskeftiyên Rojava werin parastin pêwîste di vê pêvajoyê de lez tevbigerin û saziyên xwecihî û civakî xurt bikin.

(np)

ANHA