Di encama hedefgirtina Hêzên Ewlekariyê li gundewarê Hemayê 4 endam hatin kuştin

Hejmara endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di encama êrişa li ser rêya Selemiyê-Esriya ya gundewarê Hemayê hatin kuştin, bû 4 endam.

Di encama hedefgirtina Hêzên Ewlekariyê li gundewarê Hemayê 4 endam hatin kuştin
14 cotmeh, 2026   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji çavkaniyên xwecihî girtine, kesên nenas duh (13 Cotmeh) li ser rêya Selemiyê-Esriya ya gundewarên Hemayê 2 dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt.

Çavkaniyên ewlehiyê ji dezgehên ragihandinê re diyar kirine ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrişê li herêmê seferber bûne, bûyerê dişopînin û li pey naskirina kesên berpirsyar dikevin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn Nûredîn El Baba da zanîn ku di encama hedefgirtina 2 dewriyeyêan de 4 endamên ewlehiya rêyan hatin kuştin.

(sb)