Di êrîşa balafirgehê de 12 kes mirin, 309 kes jî birîndar bûn

Di êrişa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Kral Xalid a li Riyada paytexta Erebistana Siûdî de, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 309 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa balafirgehê de 12 kes mirin, 309 kes jî birîndar bûn
11 cotmeh, 2026   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan (Ensarullah), Balafirgeha Navdewletî ya Kral Xalid a li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bi fuzeyan kir hedef. Saziya Giştî ya Hewarvaniya Sivîl a Erebistana Siûdî (GACA) di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 309 kes jî birîndar bûne.

Kesên jiyana xwe ji dest dane 4 jê welatiyên Erebistana Siûdî, 2 jê welatiyên Bangladeşê ne û yên din jî welatiyên DYA (Amerîka), Misir, Urdun, Sûriye, Fîlîstîn û Sûdanê ne.

Hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran girane û dermankirina wan di nexweşxaneyan de berdewam dike.

Piştî êrişê, li balafirgehê geştên balafiran bi awayekî demkî hatin rawestandin, gelek geşt hatin betalkirin an jî berê wan dan balafirgehên din. Hat ragihandin ku li balafirgehê zirarên madî çêbûne û xebatên tespîtkirina zirarê berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye di du êrişên berê yên di nava hefteyê de ku li ser heman balafirgehê hatibûn kirin de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û balafireke geştê ya li ser pîstê zirarên giran dîtibû.