Di merasîmê bîranîna 26 gerîlayan de: Em deyndarên têkoşîna wan in

Beşdarên merasîma bîranîna 26 gerîlayên şehîd dan zanîn ku ew deyndarê têkoşîna şehîdên xwe ne û wiha gotin “Gotin li ber wesifdayîna têkoşîn û berxwedana wan a salên dirêj li çiyayên Kurdistanê têrê nakin, heta ku em hebin wê şehîd di bîra me de bin”

Di merasîmê bîranîna 26 gerîlayan de: Em deyndarên têkoşîna wan in
15 cotmeh, 2026   10:18
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ-JÎNDA DILSOZ

Duh (14 Cotmeh) Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo 26 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de şehîd bûne, merasîmê xiyabî li dar xistibû, beşdarên merasîma ku li Qamişloyê hatibû orgenîzkirin ji ajansa me re axivîn.

Dayika şehîd Memo û Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Rebîya Qewas got: “Îro em 26 şehîdên xwe yên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne bi bîr tînin, ew ji bo gelê Kurd û welatê xwe xwîna xwe dane, em bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Rebîya Qewas wiha anî ziman: “Gotin têra axaftina li ser têkoşîn û berxwedana wan a li çiyayên Kurdistanê nake, şehîd di bîra me de ne û ew rûmeta me ne, ne ji wan şehîdan bûya em ê negihiştana vê rojê, Kurd bi têkoşîn û berxwedana şehîdên xwe gihîştin cîhanê.”

`EM DEYNDARÊ TÊKOŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE NE`

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen got: “Em di şexsê 26 şehîdan de, hemû şehîdên azadî û şoreşê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber wan ditewînin, em soza xwe bi şopandina rêya dubare dikin, em deyndarên têkoşîna wan in.”

Dayika Şehîd Rojava, Qedîfe Rustem a ji bajarê Tirbespiyê jî got: “Ez ji bo şehîdên me hatime merasmê, em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdên xwe bin, gerîlayên şehîd ji bo gel û Rojava cihê serbilindahiyê ne, ez silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re, ji şervananên ku têkoşîna xwe didomîn re dişînim.”

Şêniyê ji Qamişloyê Macid Xelef Şemdîn jî ev yek anî ziman: “Ne ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê be, em ê negihîştana vê rojê, em li ser soza şehîdên xwe ne, wan ew qas sal Ii çiyê jiyana xwe borandin, ew hebûn û nirxên me ne, ji ber tevgera me mayê û wê bimîne, divê gel li ser şopa şehîdan rêya xwe bidomîne.”

Xwîşka Şehîd Raman ê ku di vê merasîm de hat bibîranîn, Bêrîtan Egîd Beşo jî ev yek anî ziman: “Ez ji bo birayê xwe li vi rim, merasîmê şehîdên din ên pê re jî li vir im, em ê li ser soza ku me daye wan bimînin, em dest ji wan û xwîna wan bernadin, em dest ji welatê xwe jî bernadin.”

(sb)

ANHA