Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev

3 xwişkên ji gundê El Şêx Elî yê Til Temirê bi salan ji ber şer ji mala xwe dûr ketin. Her sê xwişk li herêmên cuda koçber bûn û piştî vegeriyan gundên xwe malên xwe wêrankirî dîtin. Di demekê de ku dabînkirina pêdiviyên jiyanê zehmet bûye, ev xwişk ji bo hev bûne palpişt.

Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
Di nava zehmetiyan de 3 xwişk bûne palpiştên hev
2 cotmeh, 2026   07:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di nava dîwarên malekê de ku ji şer zirar dîtiye û kavil bûye, 3 xwişk li gundê El Şêx Elî yê Til Temirê dimînin. Ew her sê xwişk ji neçarî ji gundê xwe derketine, di navbera gelek dever û cihan re çûne û hatine û piştî ku vegeriyane warê xwe, dibînin ku mala wan wêrankirî ye.

Xwişka mezin Meryem Ebdullah El Şêx Salih (80) e, ya li pey wê Zehra Ebdullah El Şêx Salih (65) û ya biçûk jî Fatma Ebdullah El Şêx Salih (55) e. Her sê jî nezewicîne û piştî wefata dayik û bavên xwe, bi hev re jiyane. Her yek ji wan ji bo ya din bûye palpişt, bi vê hevgirtinê li beramberî rewşên ku di jiyanê de dibînin derdikevin.

Piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser gundê El Şêx Elî û koçkirinê, her sê xwişkan berê xwe daye gundê Til El Riman ê li ser rêya Hesekê-Til Temirê, li wê deverê salekê man, piştre berê xwe daye bajarê Til Temir, li wir dûrî gund û mala xwe jiyana xwe domandine.

Zehra Ebdullah El Şêx Salih ji me re ev yek anî ziman: “Rewşa min di bin sifirê de ye, ne av û ne kehrebe, tiştekî me tune ye, em gelekî westiyane, kesekî ku me xwedî bike tune ye, em bi xwe ji bo hev palpişt in.”

Piştî ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk dawiya sala 2019`an bajarê Serêkaniyê dagir kir û gihîştin nêzî bajarê Til Temirê, li herêmê şerekî giran rû da, di encamê de şêniyan bi neçarî ji mal û gundên xwe koç kir.

Di salên koçberiyê de mal û milkên şêniyan li pey wan man, ji ber êriş û topbaranê zirarên mezin gihîştin herêmê, bi rawestandina êrişan re şêniyên ku koç kiriye vedigerin gundên xwe û li rewşa malên xwe dinêrin.

Lê di vegerê de şêniyan wêraniya ku di encama şer de rû daye dît, gelek mal hene ne wekî berê ne, beşine wan malan hilweşiyane, di nav wan malan de mala her sê xwişkan jî heye.

Di malekê de ku asteke kêm jî ewlebûnê nade wan, her sê xwişk bi derfetên xwe yên heyî jiyana xwe didomînin. Rewşa male jî bi hacetî sererastkirinê ye lê bi her sê xwişkan re lêçûna sererastkirina wê tune ye.

(sb)

ANHA