Di navbera konên binavbûyî û sermayê de; koçber daxwaza vegereke lezgîn dikin

Duh ne şevek normal û hêsan bû ji bo koçberên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesek. Baran gur bû û di demekê de ku sermeyeke giran hebû, av derbasî konên koçberan bû û neçar man zarokên xwe ji ber avê derxin derve û li derve bimînin.

29 cotmeh, 2026   14:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED-BILIND HECÎ

Ajansa me li Kampa Waşûkanî zirarên ku gihaştine koçberan û konên wan ên di bin avê de mayî, şopandin. 

‘HETA SIBEHÊ EM LI DERVE MAN’

Malbata Îbrahîm Ebdullah a ji gundewarên Til Temirê, li kampê di saetên şevê de gelek zehmetî kişandine. Ebdullah got: “Ji ber av derbasî konên me bû, em û zarokên xwe heta saetên sibehê li derve man, seranserî şevê ez û zarokên xwe li ser pêyan man, serma bû û me nizanîbû çi bikira.”

Ebdullah got: “Çima karwan nema bi rê dikevin, sedem çi ye? Heke her hefteyekê 2 karwanan ji kampê bişînin dê kesek li kampê nemîne, divê em vegerin û ji vê zehmetê xelas bibin.”

‘DIVÊ MAYÎN JI GUNDÊ ME BÊN RAKIRIN’

Koçberê ji gundewarên Til Temir Elî El Şelo behsa ziraran kir û got: “Heke baran saeteke din bidomiya dê kamp bibûya gola avê. Me zarok ji konan derxistin û tiştekî me nema, ava kanalîzasyonê vegeriya konên me. Em hîn di destpêka zivistanê ne û tevî wê jî me ev zehmetî dît, wê demê wê rewşa me di zivistanê de çawa be?”

Elî El Şelo da zanîn ku vegera koçberan girêdayî metirsiyên ji hebûna mayînan a li gundan e, divê beriya vegera şêniyan mayîn bên rakirin û got: “Divê mal û xaniyên me yên tijî mayîn bên paqijkirin.”

Koçbera ji gundewarê bajarê Serêkaniyê Rebîa Ehmed jî got: “Me lava dikir ku xwedê me ji barîna zêde ya baranê biparêze, lê me tenê av di hundirê konên xwe de dît, em neçar man ku zarokên xwe derxin derve, şeva borî cudahî di navbera hundir û derveyî konan de nema.”

Rebîa Ehmed daxwaz kir ku karwan dereng nemînni.

Koçbera ji gundewarê bajarê Serêkaniyê Yazî El Elî jî got: “Me malên xwe divê, em mirin, salên koçberiyê ji me re tenê zehmetî hiştin.”

Yazî El Elî daxwaz kir ku pirsgirêka koçberan bê çareserkirin, vegera ewle û lezgîn bê dabînkirin.

(sb)

ANHA