`Divê em li ber fitne û provokasyonan bigirin`

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Mihemed Xêr El Necarî bang kir ku zimanê nefretê û provokasyonê red bikin û herêmê ji fitnê biparêzin.

`Divê em li ber fitne û provokasyonan bigirin`
26 cotmeh, 2026   02:55
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Endamê Meclisa Aştiya Navxweyî ya Hesekê Dr. Mihemed Xêr El Necarî der barê hewldanên derxistina fitneyan de ji ajansa me (ANHA) re axivî. 

Mihemed Xêr El Necarî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ku di hefteya borî de li Hesekê qewimîn û ev tişt anî ser ziman: "Di hefteyên borî de li Hesekê du bûyer qewimîn; yek ji van hin kesan bi însiyatîfa xwe ya kesayetî daxwaza erdên xwe ji Xemer kirin. Li ser vê yekê Meclisa Aştiya Navxweyî, tevgerên siyasî yên Kurdan, eşîrên Kurd û Koma Serokkomariyê destwerdan kir û ji hikûmetê xwestin ku ev pirsgirêk were çareserkirin."

Mihemed Xêr El Necarî îşaret pê kir ku Erebên Xemer di çarçoveya siyaseta Kembera Erebî ya bicihanîna wan li herêmên Kurdan de ku ji aliyê rejîma Baasê ve pêk hatibû û wiha domand da axaftina xwe:" Hatina Xemer a van herêman mijarek siyasî ye û dewletê ew anîn vir. Ji ber vê yekê divê dewlet vê mijarê bi awayekî qanûnî çareser bike. Divê erd û milkên ku dane Xemeriyan bi rengekî qanûnî li xwediyên wan bên vegerandin. Koma Serokkomariyê soz da ku dê vê pirsgirêkê bi rêya qanûnê çareser bike."

`EM LI BERAMBERÎ FITNEYÊ BALDAR BIN`

El Necarî di nava axaftina xwe de xwepêşandanên li Hesekê jî nirxandin û got: "Li hemberî Kurdan zimanê nefretê tê bikaranîn û hin alî hewl didin ku di navbera gelên Kurd û Ereb de şer derkeve. Di xwepêşandanên destpêke de me fêm kir ku hewl tê dayîn fitneyê derxin. Em çûn Xiwêran û bi rûspiyan re civiyan. Me li daxwazên wan guhdar kir, daxwaz ji bo hemû herêmê derbasdar in. Me ji wan xwest ku destdirêjî li sembolên kurdî neyê kirin û hewldanên derxistina fitneyan rawestin. Em bi êlên Kurdan re jî civiyan û me ew hişyar kir ku ji pirsgirêkan dûr bimînin û aramiya herêmê biparêzin. Me li hev kir ku rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan li hev bicivin."

Mihemed Xêr El Necarî destnîşan kir ku ew li avahiya parêzgehê bi rûspiyên eşîrên Kurd û Ereban re civiyan, li daxwazên herdu aliyan guhdarî kirin û got, daxwazên her du aliyan ji bo tevahî herêmê derbasdar in.

El Necarî anî ziman ku di civînê de her kesî got, bila destdirêjî li rûmet û sembolên gelan neyê kirin û herêm ji fitne û provokasyonan were parastin.

BANG LI RÛSPIYAN KIR

El Necarî di berdewamiya axaftina xwe de got Meclisa Aştiya Navxweyî fitneyê qebûl nake û wan bang li Koma Serokkomariyê kiriye ku xwepêşandanên têne kirin divê têkevin bên kontrolkirin û destdirêjî li rûmeta gelan neyê kirin.

Her wiha El Necarî da zanîn ku ew xwepêşandanan dişopînin û hevdîtinan dikin da ku rewş aram bibe, fitne çênebe û aştiya civakî were parastin.

El Necarî destnîşan kir ku fitne û provokasyon li ser medya dijîtal tê kirin û divê her kes li beramberî vê yekê baldar be.

Endamê Meclisa Aşiya Navxweyî ya Hesekê Dr. Mihemed Xêr El Necarî di dawiyê got: "Pêkhateyên Hesekê bi salan bi hev re dijîn, têkiliya wan a civakî gelekî xurt bû û pêdivî nîne ku kesek ji wan re girîngiya têkiliyên civakî vebêje. Divê her kes bi baldarî nêz bibe û zimanê nefretê û fitneyê red bike. Bi taybet divê rûspiyên herêmê li pêşiya şerê navxweyî bigirin. Heke li herêmê fitne derkeve dibe ku xwîn were rijandin ji ber vê yekê divê em hemû baldar nêz bibin."

(np)

ANHA