‘Divê partiyên Kurdan ji bo fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bikin yek’ 

Parêzer Beşîra Cemaleddîn daxwaz kir ku hemû ders û mijarên perwerdeyê li Sûriyeyê bi zimanê kurdî jî bin û di hemû qonaxên xwendinê de bên dayîn. Her wiha bang li partiyên Kurdan û pisporên zimanê kurdî kir ku ji bo fermîkirina zimanê kurdî hewldanên xwe bikin yek.

‘Divê partiyên Kurdan ji bo fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bikin yek’ 
‘Divê partiyên Kurdan ji bo fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bikin yek’ 
‘Divê partiyên Kurdan ji bo fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bikin yek’ 
‘Divê partiyên Kurdan ji bo fermîkirina zimanê kurdî xebatên xwe bikin yek’ 
4 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM 

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryar da ku zimanê kurdî li dibistanan heftane tenê bi 3 dersan bê hînkirin. Ev gav bû sedema daxwazên ku ev maf bi naskirineke destûrî û qanûnî were bihêzkirin, da ku mafê gelê Kurd ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê were garantîkirin. 

Parêzer Beşîra Cemaleddîn diyar kir 3 ders ji bo zimanê kurdî wek kêmkirina nirxê ziman nayê dîtin, ji ber ku kurdî zimanê dayikê yê gelê Kurd e û tekez kir ku ev 3 ders ji bo bicihanîna mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê xwe têrê nake. 

Beşîrayê her wiha da zanîn ku hesabkirina pileyên waneya zimanê kurdî di encama giştî ya xwendekaran de gaveke erênî ye, lê kêm e û destnîşan kir ku li dibistan û peymangehên Rojava zimanê kurdî 14 salan hatiye hînkirin û di vê heyamê de, gelek xwendekar ji pola yekem heta qonaxa zanîngehê û di gelek pisporiyan de derçûne. 

DAXWAZA NASKIRINA DESTÛRÎ Û QANÛNÎ YA ZIMANÊ KURDΠ

Beşîra Cemaleddîn tekez kir ku naskirina zimanê kurdî tenê bi 3 dersan pir kêm e û daxwaz kir ku mafên zimanê kurdî bi awayekî destûrî û qanûnî bên garantîkirin da ku bi guhertina hikumetan li Sûriyeyê ev maf neyên guhertin an jî ji holê rakirin. 

Beşîra got gelê Kurd li Sûriyeyê qebûl nake ku zimanê wî tenê di çarçoveya 3 dersan de were sînordarkirin û diyar kir ku ji bo paşeroja kurdî û gelê Kurd metirsî hene, ji ber ku kurdî zimanê wan ê bingehîn e. 

WEKHEVÎ DI NAVBERA ZIMANÊN EREBÎ Û KURDÎ DE 

Beşîra Cemaleddîn daxwaz kir ku zimanên erebî û kurdî wek du zimanên pêkhateyên mezin ên Sûriyeyê bi awayekî wekhev bên naskirin. 

Her wiha daxwaz kir ku zimanê kurdî li dezgeh û dadgehan were bikaranîn û her du ziman li ser tabelayan, ragihandin û belavokên dezgehên hikûmî û sivîl xuya bibin. 

Beşîrayê diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî divê hemû mijarên xwendinê, ji pola yekem heta qonaxên zanîngehê, bigire nav xwe û got ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê divê ji aliyê qanûnî û mafî ve were garantîkirin. 

BANGA JI BO YEKKIRINA HEWLDANAN Û FERMÎKIRINA ZIMAN 

Parêzer Beşîra bang kir ku komîteyên qanûnî û mafî û saziyên pispor bên avakirin û partiyên siyasî û pisporên zimanê kurdî jî tê de cih bigirin, ji bo fermîkirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de û hemû aliyên têkildar hewlên xwe yek bikin. 

(x) 

ANHA