‛Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were parastin’

Rêvebera Akademiya Lêkolînên Perwerdeyê Zelîxe Ebdî diyar kir ku mafên zimanê kurdî divê di destûra Sûriyeyê de werin parastin û paşguhkirina berdewam a ku pêkhateya Kurd li Sûriyeyê êşa wê dikişîne rexne kir.

‛Divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were parastin’
3 cotmeh, 2026   02:48
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Rêvebera Akademiya Lêkolînên Perwerdeyê Zelîxe Ebdî ji ajansa me re li ser rewşa zimanê kurdî, pêwîstiya parastina zimanê dayikê û misogeriya mafên xelkê wî di hînkirin û xwendina wî de bêyî şert û mercan, axivî. Zelîxeyê bal kişand ser girîngiya rola mamoste, xwendekar û şêniyan a di parastina vê mîrasa çandî û zimanî de.

Zelîxe Ebdî got: “Ruxmî ku Sûriyeyê li ser hejmarek rêkeftinan îmze kir ku mafên hindikahî û pêkhateyên li sînorê wê were misgoerkirin lê pabendî naveroka wan rêkeftinan nebûye. Ji pêkanîna siyaseta Kembera Erebî û heta îroj, gelê Krud êşa paşguhkirina mafê xwe û nenaskirina wî kişandiye, li kêleka wê zarokên Kurd di dibistanan de ji ber axaftina bi zimanê kurdî di serdema rejîma têkçûyî de rastî tundiyê hatin.”

Di dewama axaftina xwe de Zelîxeyê diyar kir ku qedexeya hînbûna bi zimanê kurdî û mehrûmkirina zarokan ji hînbûna zimanê dayikê, şopên derûnî li ser xwendekaran hiştine. Zarokên Kurd, ji ber nexwendina bi zimanê xwe û derbirîna nasnameya xwe ya çandî bi serbestî beşek ji xwebaweriyê winda kiriye.

Zelîxeyê anî ziman ku ligel hilweşîna rejîma Baas’ê lê zihniyeta ku siyasetên paşguhkirin û cudakirinê xurt kiriye hîna heye û bi bîr xist ku fermana serokatiyê ya 13’an a ku naveroka wê dibêje zimanê kurdî zimanekî neteweyî ye, li gorî daxwazên Kurdan ne têrker e.

Têkildarî mijarê, Zelîxe destnîşan kir ku tiştê tê xwestin ew ku naskirina zimanê kurdî ji bilî ku zimanekî neteweyî ye, lê belê wekî zimanekî fermî di sazî, daîreyên hikumetê de , li ser qarmeyên fermî were bikaranîn e, li kêleka wê jî bikeve pasporta rêwîtî û nasnameya Sûriyeyê jî, ji ber ku ev mafekî xwezaî û rewa ye.

Zelîxeyê got ew di oxira misogerkirina mafên xwendekar û mamosteyan de têkoşîna xwe didomînin, rewşa xwe ji şert û mercên siyasî cuda kir.

Zelîxeyê da zanîn ku pêwîstî bi lêvegera li biryara têkildarî dayîna 3 waneyan bi zimanê kurdî di hefteyê de heye û got: “Divê biryarên bikevin xizmeta xwendekar û welat de werin dayîn. Divê tevahî materyal bi zimanê kurdî bin. Ji ber ku zimanê kurdî xwedî têgeh e û têrê dike ku tevahî waneyên wêjeyî û zanistî bi zimanê kurdî bên dayîn.”

Zelîxe Ebdî di dawiyê de got pêwîstî bi sazkirina destûra Sûriyeyê ya ku mafên çandî û zimanî yên gelê Kurd biparêze, heye.

(f)

ANHA