Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin

Dîwana Wêjeya Rojava bi alîkariya mamosteyên ziman û wêjeya kurdî helbestên Seyda Keleş careke dîtir çap dikin û ji alfabeya aramî veguhastin alfabeya latînî.  

Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
Dîwanên Seyda Keleş careke din tên çapkirin
25 îlon, 2026   04:15
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Navê rast ê Seyda Keleş Hisên Mihemed Hisên Keleş e û sala 1930`î li gundê Bizkurî yê herêma Mêrdînê ji dayik bûye. Di 10 saliyê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li herêma Cizîrê niştecih dibe.

Endama Dîwana Wêjeyî Narîman Evdikê got di dema dawiyê de ew hewl didin helbest û nivîsên helbestvan û nivîskarên jiyana xwe ji dest daye ji nû ve çap bikin.

Evdikê da zanîn ku xebata komkirina helbestên Seyda Keleş û ji nû ve nivîsandin 3 salan dirêj kiriye û got 8 dîwanên Seyda û pirtûk li ser jiyana wî hene, wî bi destê xwe nivîsandiye, bi giştî 9 pirtûk hene û plan ew e ku ew di yek cildê de werin berhevkirin.

Mamosteyê wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava Beşîr Mela Newaf jî got Dîwana Wêjeyê ji wan daxwaz kir ku ew li pirtûka Seyda Keleş û dîwanên wî vegerin, redekte bikin û careke dîtir çap bikin.

Newaf got mamoste Arşek Beravî jî bi wan re xebitiye û wan nêzî 4 mehan helbest û nivîsên Seyda Keleş ji alfabeya aramî veguherandine ya latînî.

Dîwanên Seyda Keleş û pirtûka wî berê li Siwêdê hatibûn çapkirin.

Arşek Beravî ji bo Seyda Keleş got: "Dema Seyda Keleş di Komîteya Celadet de mamoste bû, ez wî dinasim, kesayetekî welatperwer bû, ji bo doza kurdî tê dikoşiya û di jiyana xwe de gelek zehmetî dît."

Têkildarî xebatên careke dîtir çapkirina pirtûk û dîwanên Seyda Keleş de Beravî got: "Di destpêke de me pirtûk û dîwanên Seyda ji aramî veguherandin latînî û me di aliyê rêziman de sererast kir. Divê em berhemên hemû helbestvan û nivîskarên Kurd zindî bihêlin û bi neslan bidin naskirin. Ev karekî pîroz e û divê were parastin."

Helbestvan Seyda Keleş 18`ê Hezîrana 2007`an li Qamişloyê wefat kiribû.

(np)

ANHA 

Narîman Evdikê

Beşîr Mela

Arşek Beravî