Ekrem Mehşûş: Divê kujerên şehîd Sîpan werin cezakirin

Şêwirmendê qebîleya El Cebûr Ekrem El Mehşûş daxwaz kir ku kujerên şehîd Sîpan Hiznî werin cezakirin.

Ekrem Mehşûş: Divê kujerên şehîd Sîpan werin cezakirin
22 îlon, 2026   04:00
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêwirmendê qebîleya El Cebûr El Ekrem Mehşûş têkildarî bûyera şehîdkirina Sîpan Hiznî û daxwaza gelê Kurd a bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, ji ANHA`yê re axivî. 

Ekrem El Mehşûş di destpêke de bûyera kuştina şehîd Sîpan Hiznî nirxand û got: "Ji bo li herêmê fitne çêbe, şehîd Sîpan kuştin û ev sûcê hate kirin bi tilhildanê pênase dikin, her kes dizane ku tolhildan meseleyeke di navbera eşîret û qebîleyê de ye, ne di navbera rayedar û sivîlan de ye. Heke em ê behsa tolhildanan bikin, qebîleya me jî nêzî 15 hezar bûyerên wê yên tolhildanê li herêmê hene, lê bi vê bûyerê re dixwestin fitnê têxin navbera pêkhateya Kurd û Ereb de. Grupê di bin navê eşîret û tolhildanê de ev yek kir."

Di berdewamiya axaftinê de Mehşûş behsa helwesta malbata şehîd Sîpan kir û got: "Helwesta malbata şehîd Sîpan cihê şanaziyê bû, ew berpirsyar û bi zanist nêzî bûyerê bûn, nexwestin ku fitne çêbe û gotin şehadeta kurê wan dê nebe sedema ku şer li herêmê derkeve."

Mehşûş têkildarî vê mijarê got eşîr jî dibin alîkar da ku bigihêjin kujerên şehîd Sîpan û wiha got: "Di aliyê ewlekariyê de hevkarî bi eşîretan re heye da ku were naskirin kî destê wan di bûyera kuştina şehîd Sîpan de heye. Di van çend rojan de grupeke destê wan di kuştina şehîd Sîpan de heye dê navê wan were eşkerekirin û dê were zanîn ev bûyer çawa pêkhatiye û kî sedema vê yekê ye."

Ekrem El Mehşûş li hemberî bûyerên li herêmê diqewimin û çima hikumeta veguhêz nikare pêşiya wan bigire, got: "Hêza hikumetê nîn e ku parastina herêmê bike."

Di dawiyê de Mehşûş têkoşîna gelê Kurd a ji bo zimanê kurdî nirxand û got: "Ji mafê xwendekaran e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, bi taybet gelê Kurd li herêmê gelek şehîd dan û fedakarî kir. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê xwendekaran e."

(np)

ANHA