Elmaz Romî: Xebat didomin û projeyên sala bê hatine şandin

Şaredara Kobanê Elmaz Romî da zanîn ku ji ber hin rewşan xebatên sererastkirina rêyan dereng mabûn, niha jî ji projeyên Yekîtiya Şaredariyan pêk tên, projeyên sala 2027`an ji bo Parêzgeha Helebê hatine şandin, lê hîn bersiva wan nehatiye dayîn.

Elmaz Romî: Xebat didomin û projeyên sala bê hatine şandin
Elmaz Romî: Xebat didomin û projeyên sala bê hatine şandin
Elmaz Romî: Xebat didomin û projeyên sala bê hatine şandin
Elmaz Romî: Xebat didomin û projeyên sala bê hatine şandin
16 mijdar, 2026   03:45
KOBANÊ
CÎHAN TEMÎ

 Şaredara Bajarê Kobanê Elmaz Romî der barê guhertinên nû yên di şaredariyê de û xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyê Kobanê de ji ajansa me re axivî.

Elmaz Romî destnîşan kir ku beriya çend rojan Desteya Ekolojî weke komîte tevlî Şaredariya Kobanê bû û di nav beşê bexçeyan de cih girt, niha jî ew komîte li ser şitlên daran dixebite.

E0lmaz Romî da zanîn ku şaredarî yek ji saziyên herî girîn ên berpirsyariya xizmeta gel û pêşxistina bajar ên wekî serastkirina binesaziyê, başkirina jiyana rojane ya welatiyan, paqijiya bajar û dabînkirina xizmetên bingehîn ên welatiyan digire ser xwe.

XEBATÊN ŞAREDARIYÊ

Elmaz Romî diyar kir ku hemû beşêm şaredariyê dixebitin û got: "Zehmetî û rewşên cur bi cur jî derdikevin holê, lê di heman dema derketina van rewşan de jî li gorî ku tê xwestin beşên paqijiya avê û kanalîzasyonê, nivîsgeha teknîkî, zabîte, beşa bacstandinê, beşa bexçeyan, beşa daristan û paqijiyê kar dikin."

Şaredara Kobanê destnîşan kir ku her sal di mehên havînê de dest bi çêkirina rêyan tê kirin, lê vê salê ji ber hin rewşan dem li ser xebatê boriya û pêk nehat û got: “Tenê 400 mitrekab ji bo hikumetê hatibû pêşinyarkirin, lê nehat qebûlkirin ji bo vê yekê jî xebatên serastkirina rêyan dereng ma.”

XEBATA KU TÊ KIRINA JI PROJEYÊN YEKÎTIYA ŞAREDARIYAN E

Elmaz Romî behsa xebatên sala 2025`an jî kir û ev tişt diyar kirin "Par rewşa hewayê ya zivistanê pir dijwar bû, rêyên bajar Kobanê û gundewarên wê bi xirab bûn, Yekitiya Şaredariyan projeya sererastkirina rêyan plankiribû, 9 hezar mitrekab zift ji bo bajar  û navçeyên wê amadekiribû, xebatên sererastkirinê yên ku niha tê kirin ji projeya Yekîtiya Şaredariyan a sala 2025`an e, xebatên sererastkirina rêyan li kolanên Kobanê , Çelebiyê û Xanikê berdewam in."

Elmaza Romî da zanîn ku havîna îsal avakirina malan zêde bû û hejmara ruxsetên hatin dayîn gihîşte 700 ruxsetan.

PROJEYÊN SALA 2027`AN LI BENDA BERSIVÊ NE

Şaredara Bajarê Kobanê Elmaza Romî destnîşan kir ku di nava projeyên şaredariyê ya 2027`an xebatên sererastkirina rêyan, paqijiya avê, kanalîzasyon û hwd.. hene û wiha got: “Me proje şandine Parêzgeha Helebê û li benda bersivê ne.”

(sb)

ANHA