Endamê PYD’ê Ebdulxenî Oso: Guherandina cihê Rêber Abdullah Ocalan têrê nake

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulxenî Oso guherandina cihê Rêber Abdullah Ocalan bi gaveke ne têrker pênase kir û daxwaza serbestberdana wî kir.

Endamê PYD’ê Ebdulxenî Oso: Guherandina cihê Rêber Abdullah Ocalan têrê nake
10 mijdar, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso ji ajansa me re axivî û tevgera dewleta Tirk a li beramberî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û da zanîn ku Tevgera Azadiyê gavan diavêje û dewleta Tirk li hember van gavan, gavên pêwîst naavêje. 

Ebdulxenî Oso got: “Tevgera apoyî di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gavên mezin avêtin, lê dewleta Tirk ji ber ku ji hêla partî û kesayetên ku ne bi pêvajoyê re ne pêk tê, heta niha bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê nebûye.”

Oso ev hişyarî da: “Hinek alî hene di hundirê Tirkiyeyê de, dixwazin ji pêvajoyê sûdê wergirin, bername û berjewendiyên xwe yên kesayetî pêk bînin, ji ber vê yekê dan û standineke wiha bi pêvajoyê re, di dawiyê de encameke erênî nade.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha anî ziman: “Bila azadiya fîzîkî pêk were, ne ku wî veguhêzin devereke din, kesê ku qonax û pêvajoyê bi rê ve dibe ew e.”

Oso ji dewleta Tirk xwest rê li ber siyasetmedar û kesayetên peywendîdar veke ku hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û wiha pê de çû: “Divê dewleta Tirk bi awayekî heqîqî li pêvajoyê binêre û bizane ku Rêber Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye, ev pêvajo jî derfeteke dîrokî ji bo gelên li herêmê ye.”

Ebdulxenî Oso ev bang li dewleta Tirk kir: “Divê qanûn werin guhertin, di qanûnê de mîna mafê ku ji bo hemû civak û pêkhateyan hatiye dayîn ji bo gelê Kurd jî bê dayîn, rê veke ku Kurd bi aştî bijîn, bi çanda xwe bijîn û parastina dîroka xwe bikin.”

(sb)

ANHA