Ermen û Suryaniyên herêmê banga diyalokê kir

Ermen û Suryanî çareseriyê di diyalokê de dibînin û xelkê herêmê daxwaz kir rê nedin fitnê û bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe bikin.

12 cotmeh, 2026   05:10
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Ermen û Suryaniyên herêmê ji ANHA`yê re axivî û gotin ew fitnê naxwazin û bila pirsgirêkên siyasî û civakî yên herêmê were çareserkirin. 

Endamê Meclisa Ermen Yûsif Mela got piştî hilweşandina rejîma Baasê wan hêvî dikir rojên xweştir bijîn û zîhniyat û sîstema berê were guhertin.

Mela da zanîn ku ew ji rewşa niha ya herêmê ne razî ne û di vê pêvajoyê de hêviyên wan nateyisîne.

Di berdewama axaftina xwe de Mela xelkê Efrînê bi bîr anî û got wan bi rêya xwepêşandan û çalakiyên aştiyane daxwaza xwe ya vegera warê xwe bi lêv dikir, Efrîniyan di çalakiyên xwe de ala Sûrî û sembolên dîtir neşewitandin an jî dev ne avêtin tu aliyan.

Mela diyar kir ku ji mafê hemû koçberane ku vegerin herêmên xwe, şêniyên taxa Xiwêran a Hesekê jî dikarin vegerin lê nabe ku vegerandina wan ziyanê bide xelkê herêmê.

Di dawiyê de bang li rûsipiyan kir û got: "Bila rûsipiyên herêmê berpirsyar nêz bibin û li ber fitnê bigirin, rê nedin mesafet têkeve di navbera pêkhateyên herêmê de û bi taybet Kurd û Ereban. Kurd û Ereb ne tenê cîranên hevin, bûne mirovên hev û bila ev têkilî ziyanê nebîne. Em bi hêvî ne ku ne bi tundiyê bi diyalokê pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo Sûriyeyê ji nûve were avakirin divê hebûna pêkhateyan were naskirin, ew bi nasname û çanda xwe bijîn û her kes hevbeş bijî. Ev hemû berpirsyarê vê yekê ne."

Ji pêkhateya Suryanî Hebîb Arditîş jî axivî û balkişand ser girîngiya jiyana hevbeş û got divê pirsgirêk bi rêya diyalokê werin çareserkirin, ew di encama şert û mercên herêm têre derbas bû wan girîngiya jiyana hevbeş a hemû xelkê herêmê dîtin û hemû pirsgirêkan çareser dike.

Arditîş anî ziman ku jiyana hevbeş bi garantîkirina mafên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye.

Di dawiyê de got pirsgirêkên siyas û civakî ya herî baş bi nîqaş û diyalokê were çareserkirin, bila li herêmê fitne çênebe û aramiya herêmê xira nebe.

(np)

ANHA