Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye

Fakulteya Jineolojî di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye û amadekariya masterê tê kirin.

Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
Fakulteya Jineolojiyê di nava hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de ye
21 cotmeh, 2026   04:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Fakulteya Jineolojiyê di gelek pêvajoyan re derbas bû û gihaşte asta ku bikeve nava hevyazbariya (pergala tercîhan) zanîngehên Sûriyeyê.

Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de bi keda têkoşîna jinan Fakulteya Jineolojî di hevyazbariya zanîngehên Sûriyeyê de hate dayîn. Xwendekarên jin bi pileya 55 dikarin xwe li Fakulteya Jineolojiyê qeyd bikin.

Mamoste Xûnav Mihemed têkildarî sîstema xwendinê û plansaziyên wan ên dema pêş ji ANHA`yê re axivî.

Xûnavê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sala 2017`an Fakulteya Jineolojiyê vebû û sala 2022`yan girêdayî Fakulteyên Zanista Civakî hate kirin. Xwendekar 4 salan dixwînin, di sala yekê û duyem de dîrok, felsefe, jineolojî û zanistên civakî dixwînin, sala sê û çaran jî di van madeyan de kûr dibin û digihêjin asta profesyonel."

Xûnav Mihemed got cara yekem îsal dê xwendekar ji Fakulteya Jineolojî der biçin.

AMADEKARIYA MASTERÊ TÊN KIRIN

Her wiha Xûnav Mihemed da zanîn ku xwendekarên Fakulteya Jineolojiyê bi dawî kiriye êdî dikarin mastera 2 salan bixwînin û wiha lê zêde kir: "Amadekariya masterê tê kirin, dê 2 salan bidome û madeyên girêdayî jin û civakê, tenduristiyê, jin û felsefe, hiqûq, hevjiyana azad, aboriya jinan û zimanê îngilîzî bixwînin. Her sal li gorî lêkolînên têne kirin dibe ku madeyên masterê werin guhertin."

Ji bo plansazî û xebatên fakulteyê yên dema pêş jî Xûnav Mihemed got: "Heke derfetên fakulteyê çêbin dê pêşwaziya xwendekarên xort jî bike, niha tenê xwendekarên jin xwe li fakulteyê qeyd dikin."

Di dawiyê de Xûnav Mihemed got: "Di vê demê de fakulte dixebite da ku li ser asta cîhanê xwe bide naskirin û xwe bigihîne hemû lêkolînerên kar û barên jin û civakê û yên girîngiyê didin jinan. Her wiha dê fakulte hewl bide xwendekar ji hemû parêzgehên Sûriyeyê xwe li Fakulteya Jineolojiyê qeyd bikin û bi vî awayî zanista jineolojiyê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.”

(np)

ANHA