Gerînendeyê Şîrketa Avê: Asta dayîna avê ji Elokê zêde bû, alavên stasyonê dê bên guherandin

Gerînendeyê Şîrketa Ava Vexwarinê ya Hesekê Ferhan Iweyis destnîşan kir ku miqdara dayîna avê rojane ji Stasyona Elokê hatiye zêdekirin û di destpêka sala bê de fê alavên stasyonê bên guherandin.

Gerînendeyê Şîrketa Avê: Asta dayîna avê ji Elokê zêde bû, alavên stasyonê dê bên guherandin
1 cotmeh, 2026   07:42
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Gerînendeyê giştî yê Şîrketa Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ya Parêzgeha Hesekê endezyar Ferhan Iweyis ji ajansa me re aşkera kir ku piştî destpêkirina pêvajoya dayîna avê bi awayekî tecrubeyî ya di 22`yê Hezîranê de, rojane 50 hezar metrekab av ji Stasyona Elokê derbas dibe, destnîşan kir ku şîrket ji bo dayîna avê û dabînkirina gihîştina wê ji bo hemû taxan, xebatên çareserkirina pirsgirêkan dewam dike.

Têkildarî taxên ku av nagihêjê, Iweyis da zanîn ku ji bilî taxa El Zihûr a ku toreya wê ya avê tune ye, ava Elok gihîştiye hemû taxên bajarê Hesekê.

Ferhan Iweyis diyar kir ku hinek tax û kolan hene ji ber kêmbûna asta dayîna avê, şikestin û tamîrkirina toran hîn jî av bi awayekî temamker nagihêjê. Iweyis destnîşan kir ku wan ji bo taxa El Zihûr û herêmên ku av nagihêjê, planeke dayîna ava sehrîcan bi awayekî bê pere daniye, ew plan jî di Cotmehê de dest pê dike.

Iweyis da zanîn ku astengiyên ku rastî Stasyona Elok tê ji ber nebûna kehrebeyê bi awayekî sîstematîk û sererastkirina xetên avê ye, li aliyekî din xerabbûna torên avê li Hesekê û xerckirina avê ya zêde jî dibe astengiyek.

Ferhan Iweyis destnîşan kir ku di 2 mehan de, tîmên tamîrkirinê nêzî 500 xalên ku di toreyan de zirar dîtine sererast kirine, wê di beşa yekemîn a sala bê de ji bo istiqrara dayîna avê û başkirina xizmetê, wê alavên stasyonê li ser 2 qonaxan bê veguhertin.

Têkildarî rewşa avê li bajarê Holê Iweyis diyar kir ku ji ber ku 3 stasyonên dayîna avê (Red Şeqra, El Wesîta, Um Hicêra) yên li ser rêya Hesekê-Holê ji xizmetê derketine û bi hacetî tamîrkirineke berfireh in, dayîna avê ji bo bajarê Holê di nava plana şîrketê ya sala bê de ye.

(sb)

ANHA