‘ Baweriya me bi QSD‘ê heye‘

Hevserokatiya meclisa navçeya Serêkaniyê got, baweriya wan bi QSD‘ê heye ku dê karibe li hemberî gefên Tirkiyê bisekine. Hevserokatiyê anî ziman ku Tirkiyê gefan ne tenê li partiyekî yanî kesayetên diyar dixwe, lê belê tevahiya pêkhateyên herêmê tehdîd dike.

Tirkiyê hêzên xwe li ser xeta sînor ya Girê Spî û Kobanê zêde dike. Li aliyekî din rayedarên dewleta Tirk gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê davêjin.

 ‘Gefên Tirkiyê hemû gelên herêmê dikin hedef‘

Hevserokê meclisa navçeya Serêkaniyê Ferec Mihemed got: "Cîhan û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cidiyatiya komkirina hêzên Tirkiyê li ser xeta sînor dibînin. Tirkiyê ji bo vekirina deriyê nakokiya leşkerî û êrîşkirina herêmê van hewldanan xwe dike."

Mihemed balkişand ser ku Tirkiyê bi gefên xwe tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

 ‘Armanc têkbirina Rêveberiya Xweser e‘

Hevserokê meclisa navçeya Serêkaniyê tekez kir ku Tirkiyê bi armanca tunekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û projeya demokratîk a ku gelên herêmê di bin sîwana wê de dijîn û têkbirina destkeftiyên ku bi dest xistine, gefa êrîşan li herêmê dixwe.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl di hevdîtinek berê de ji ajansa me re got: "Tirkiyê bi rêya herêma ewle hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Kûrahiya 32 km ku Tirkiyê dixwaze ava bike, tenê ji bo têkbirina rêveberiya xweser e."

 ‘Armanca wê qirkirina nasnameya gelê Kurd e‘

Di nav gotinên xwe de Mihemed tekez kir ku Tirkiyê ne tenê dijminahiya kesayetan û partiyên kurd ên diyar dike, lê belê armanca wê qirkirina nasnameya gelê Kurd e. Mihemed bang li tevahiya partiyên siyasî yên Kurd kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî li dar bixin da ku hêviyên gelê Kurd pêk bînin.

 ‘Tirkiyê hewl dide kirîzên xwe yên hundirîn derbasî derve bike‘

Girêdayî heman mijarê hevseroka meclisa navçeya Serêkaniyê Feadya Ibrahîm got: "Tirkiyê bi rêya gefên xwe yên dubarekirî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide kirîzên xwe yên hundirîn, binketa xwe ya siyasî û paşketina rewşa aboriya xwe derxîne derve. "

 ‘Em bi hêzên xwe yên leşkerî bawer in‘

Cîgira hevserokatiya meclisa navçeya Serêkaniyê Xezal Berkel tekez kir ku li hember gefên Tirkiyê ew pişta xwe didin xwe û QSD`ê û wiha domand: "Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya me bi me û hêzên me yên leşkerî hene. Hêzên me tevahiya komên çeteyan ên ku herêmên me dagir kirin û wêran kirin têk birin û tune kirine. Herêmên me ji mafê me ne em dest jê bernadin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din