` Berxwedana çalakgeran dê hêviya gel pêk bîne`

Çalakiya konvedanê ya kantona Şehbayê bi tevlîbûna endamên Navenda Çand û Hunerê û bi dehan şêniyan di roja xwe ya 8`an de berdewam e. Beşdaran berxwedana çalakgeran silav kir û gotin, bi berxwedana wan dê hêviya gel di bi dawîkirina tecrîdê de pêk were.

Çalakiya xwedîderketina li hemleyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê ya bi dirûşmeya `Bi berxwedana zîndanan em ê biserkevin û dê azadiya serok Apo misoger bikin` tê lidarxistin, di roja 8‘an de didome. Îro bi dehan şêniyên kantona Şehbayê û endamên Navenda Çand û Hunerê tev li çalakiyên konvedanê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre beşdaran qeyda dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayî birêxistina gel li gorî jiyana şoreşgerî guhdar kirin.

Piştre axaftin ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Fatme Cifo, endama Yekitiya Jinên Azad a Kantona Şehbayê Semîra Ismat û endama Meclisa Kantona Şehbayê Îman Oso ve hatin kirin. Kesên axivîn berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û tevahiya çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin.

Axaftvanan got ev berxwedana dîrokî dê hêviya gel di rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk bîne.

Piştî axaftinan beşdar li nameya deng a têkoşer Leyla Guven ku behsa berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê dike guhdar kirin.

Her wiha di çalakiyê konvedanê de şanoyek girêdayî dîroka berxwedana grevên biçîbûnê û berxwedana zîndana ji hêla endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê ve hate pêşandan.

Piştre endama Kongreya Star Rîhab Cibo semînerek girêdayî berxwedana jinê di cîhan û Rojhilata Navîn de da.

Çalakî dê sibe bi tevlibûna malbatên şehîdan bidome.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din