​​​​​​​ʹ Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qirkirina gelên herêmêʹ

Şêniyên kantona Qamişlo anîn ziman ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehiya herêmê û valakirina wê ji niştecihên wê ye. Şêniyan gotin, civata navneteweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê dewleta Tirk di qirkirina gelên herêmê de.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Herî dawî di 27ʹê Îlona borî de balafireke bê mirov a bi çek dagirkeriya Tirk li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo erebeya hevserokên Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero bombebaran kir. Di encamê de herdu hevserok şehîd bûn.

Şêniyên kantona Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya navneteweyî de siyasetên xwe yên dijminane dewam dike da ku ewlehiya herêmê û projeya wê ya demokratîk têk bibe. Her wiha anîn ziman ku ew ê têkoşîna li ser xeta azadiyê bidomînin heta ku demokrasiyê li Sûriyê pêk bînin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/10/02/190918_-_1.jpg

Welatiyê bi navê Mihemed El Faris ê ji navçeya Çilaxa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîd Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero re xwest.

El Faris diyar kir ku dewleta Tirk bi van êriş û komkujiyan tola binkeftina DAIŞ hiltîne, nemaze piştî ku QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ û YPGʹê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihand, ku di encamê de gelek şaneyên DAIŞʹê girtin û dest danîn ser belgeyên ku têkiliyên xurt ên DAIŞ û dewleta Tirk piştrast dikin.

Mihemed El Faris di dewama axaftina xwe de got: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aştî û hezkirin dijîn. Herêm ji tevahî koçberên ku ji hemû herêmên Sûriyê hatine bûye spartgeh, lê dewleta Tirk  hewl dide vê mûzaîk û projeya neteweya demokratîk têk bibe û îdia dike ku ev proje li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere ye."

El Faris di dawiya axaftina xwe de bang li dewletên garantor (Rûsya û Amerîkayê) kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re deynin û helwesta xwe li hemberî êrişên wê yên li ser herêmê û hedefgirtina welatî û fermandaran zelal bike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/10/02/190901_-.jpg

Welatiya bi navê Emel Remedan a ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû beşê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û hewl dide qadên jiyanê wêran bike da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û guhertina demokrafîk pêk bîne.

Emel Remedan bêdengiya civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û  Rûsya ya garantora agirbestê şermezar kir û wekî şirîkên dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li ser herêmê de bi nav kir.

Emel diyar kir ku ew xwe dispêrin hêza xwe ya leşkerî, xwe naspêrin hêzên derve.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/10/02/190845_-.jpg

Îmam Ehmed Xelîl ji navçeya Til Birakê ye wiha got: "Ya ku li herêma Rojhilata Navîn, bi taybet herêma me rû dide li dijî tevahî nirxên mirovî û olî ye. Em bi çavên xwe binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk a dagirker dibînin ku avê qut dike, gundên ewle topbaran dike û welatiyan koçber dike.ʹʹ

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê taybet de bi rêya qutkirina avê  hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bike û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev bixîne. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê siyasetê helwestekê nîşan bide.

ANHA


Mijarên Din