​​​​​​​' Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn dewleteke çetetiyê ye '

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyram diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî hewl dide civakekê li ser bingehên çetetiyê ava bike da ku perjewandiyê xwe pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker gelên Rojhilata Navîn di şerên ku xizmeta berjewendiyên wê yên mêtîngeriyê û yên hêzên mezin dike, bi kar tîne.

Mîna ku çawa împaratoriya Osmanî dikir û gelê ermenî qir kir, niha jî dewleta Tirk heman binpêkirinan li ser gelên herêmê pêk tîne.

Di pêvajoya aloziya Sûriyê de ku ketiye sala xwe ya 12'an, dewleta Tirk a dagirker bi sed hezaran çeteyên xwe tev li şerê li Sûriye, Lîbya û Azerbeycanê kirin. Herî dawî gelek agahî hatin belavkirin ku dewleta Tirk çeteyên xwe dişîne Ukraynayê.

Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Mihemed Beyram ji ajansa me re got: "Hebûn û rola dewleta Tirk a dagirker li herêmê û Rojhilata Navîn bi giştî, bi serê xwe çetetî ye û me vedigerîne hovîtiya hêzên Hemîdiyan û artêşa Yeniçerî û rola wan di xirabkirina herêmê de."

Beyram têkildarî siyaseta dewleta Tirk a ji bo dubarekirina wê tecrûbeyê li Sûriyê wiha anî ziman: "Bi destpêa aloziya Sûriyê re, dewleta Tirk a dagirker destwerdana aloziyê kir da ku berjewandiyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û serdema Osmaniyan zindî bike. Her wiha da ku Mîsaqa Millî ya ji bo dagirkirina bakurê Sûriyê bi cih bîne ku ji Deryaya Spî dest pê dike û heta Kerkûk û Mûsilê yên li Iraqê bi dawî dibe bi kûrahiya 35 km."

Mihemed Beyram îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna planên xwe hin armanc danîn û wiha domand: "Şoreşa Sûriyê ji xeta wê derxist, sembolên wê şikandin û li şûna wan çeteyên bêwijdan ên mîna Ebû Emşa û Fehîm Îsa yên ku sûcan li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin bi cih kir. Her wiha li dijî ola îslamî tevdigere û tirkmen û  pêkhateyên din ên Sûriyê li hemberî hev sor dike. Tiştê ku îro li herêmên dagirkirî tê kirin, rastiya dagirkeriya Tirk îspat dike ku bi avakirina civakek li ser bingehên çetetiyê, planên xwe pêk tîne ji ber ku ew naxwaze civakek ku nasname, maf û çanda xwe biparêze. Hovîtiya êrişên wê yên li dijî herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û rakirina hemû şûnwarên çandî û guhertina wan, îspata vê yekê ye."

Mihemed Beyram da zanîn ku ji bo avakirina yekitiya hêzên Kurd ên li Sûriyê hewldan hebûn, lê ji ber girêdana xurt a ENKS'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hemû hewldan têk çûn.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê Beyram îşaret pê kir ku kiryarên ENKS'ê yên li Efrîn û herêmên din îsbat dike ku alavek di destê dewleta Tirk de ye   û got: "Tirkiyê mamoste û perwerdekarê yekemîn a çetetiyê ye."

(dx)

ANHA


Mijarên Din