- ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka kampên kantona Hesekê Mecîde Emîn destnîşan kir ku prosesa vegera koçberên sûrî tevî penaberên iraqî yên ku dixwazin vegerin warên xwe berdewam e. Mecîde got ku niha derî li pêşiya şêniyên Dêrazorê tevî Reqa û Tebqayê hatiye vekirin da ku navên xwe qeyd bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê avakirina herêmek “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û got: “Gelê Sûriyê hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nake.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nûnerê eşîra El-Neyîm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkirina dîwarê ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê lê dike, wek dîwarê zilmê û destdirêjiyê bi nav kir. Her wiha ji rejîma Sûriyê xwest ku helwesteke fermî der barê kiryarên li ser şêniyên Efrînê pêk tên, nîşan bide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Biryara Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ji bo kêmkirina nirxa ampêran rastî kêfxweşiya şêniyan û nerazîbûnên hindek xwediyên jeneretoran hat. Aliyên têkildar jî bikaranîna nirxên ku hatine diyarkirin tekez kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Reqayê hewl dide çarxerêya Hezîme ya ku dikeve deriya têketina bajêr ji aliyê bakur ve sererast bike. Çerxerê di dema dagirkeriya DAIŞ’ê zirar dîtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din