​​​​​​​'' Tirkiye berê xwe bide Sirtê û El-Cafra em ê banga mudaxeleyê li Misirê bikin''

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamantoya Lîbyayê Fethî El-Mrîmî got, mudexeleya Tirkiyê di karûbarên Lîbyayê de rewş aloztir kir. Her wiha destnîşan kir ku heger Tirkiyê û hêzên Wîfaq êrişî Sirtê bikin ew ê daxwaza mudaxeleya parastinê ji Misirê bikin.

Tirkiyê bi armanca vegerandina serfiraziyên împeratoriya Osmanî, mudexeleyên xwe di welatên ereban de didomîne. Niyatên dijminahî yên Tirkiyê di mudexeleyên wê yên yekser de  ya di Lîbyayê de eşkere dibin ku destkedê dide hikumeta Wîfaq û komên çekdar û çeteyên Sûriyê dişîne Lîbyayê da ku şerê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfa Haftar bikin.

Piştî ku niyeta Tirkiyê di kontrolkirina Sirt û El-Cefra eşkere bû, serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ji sînorên Lîbyayê nameyek xurt da Tirkiyê. El-Sîsî got heger Tirkiyê ber bi her du herêman ve pêşket, dê bi awayekî leşkerî mudexele bike, her wiha destnîşan kir ku her du bajar ji bo Misirê `Xetek sor e` û anî ziman ku ew amade ye qebîleyên Lîbyayê perwerde bike da ku xwe biparêzin.

Di vî warî de şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamantoya Lîbyayê Fethî El-Mrîmî di hevdîtinek taybet de bi ANHA`yê re da zanîn ku Tirkiyê dewletek êrişkar e, bi piştgiriya terorîstan êrişî Lîbyayê kir, bi vê yekê qanûnên navdewletî binpê kirin.

El-Mrîmî got: “Piştî xîtaba serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî êrişên terorîst li nêzî Sirtê rawestiyan. El-Sîsî Tirkiyê û serçeteyên terorîst hişyar kir ku Sirt û El-Cefra derbas nekin. Yan jî wê hêzên Misirê li gorî lihevkirinên rewa bi Lîbyayê ye di serî de bi parlamantoyê re mudexele bikin.”

El-Mrîmî eşkere kir ku Tirkiyê destekê dide terorîstan çek, cabilxane û dronan pêşkêşî wan dike, çeteyên Sûriyê di nav de Cebhet El-Nusra û rêxistinên tundrew leşker dike. El-Mrîmî got, ev sûc, wek mudexeleyek hovane li dijî Lîbyayê e.

El-Mrîmî di berdewama hevdîtinê de bang li civaka navdewletî û dewletên Ereb kir ku rê li pêşiya dewleta Tirk a êrişker bigirin û wê ji Lîbyayê dûr bixînin. Her wiha destnîşan kir ku pêwîste çeteyên Erdogan ji Lîbyayê derkevin ji ber ku tevlihevî li welêt belav dikin.

El-Mrîmî îşaretpê kir ku heger Tirkiyê gavek ber bi Sirtê ve bavêje, ew ê bi awayekî fermî ji hêzên Misirê bixwazin ku mudexele bikin û wiha domand: “Mîna ku di axaftina serokê Misirê de hate gotin Sirt û El-Cefra xetek sor e. Hêzên Misirê bi koordîneya hêzên Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi serkêşiya Xelîfe Hefter û parlamantoya Lîbyayê bi serkêşiya Aqîle Salih Îsa dê mudexele bikin.”

Şêwirmendê ragihandinê yê serokê parlamantoya Lîbyayê Fethî El-Mrîmî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku Tirkiyê rolek di alozkirina rewşa Lîbyayê de list li şûna ku hewl bide çareser bike.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din