‘ Yekîneyên parastinê tola şehîdan teqîna Qamişlo li Baxozê hilanîn‘

Şehîdên êrîşa hovane ya  27‘ê Tîrmeha 2016‘an a li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li cihê êrîşê hatin bi bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, yekîneyên parastinê hola şehîdên êrîşê li Baxozê hilandin.

Çeteyên DAIŞ‘ê 3 sal beriya niha li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo êrîşeke hovane pêk anîn. Di encamê de 62 sivîl şehîd bûn û 176 jî birîndar bûn. Bi armanca bîranîna şehîdên êrîşê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi sedan kesî merasîmê bîranên li cihê teqînê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevserokê Meclisa Navçeya Rojhilat a bajarê Qamişlo Ebdulkerîm Ebdulrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Kiryara terorîst a ku sivîl di malên wan de kir hedef nîşana kîna kesên ku pêk anîne diyar dike, xwestin bi vê êrîşa newêrek îradeya gel bikin hedef û rihê berxwedanê lewaz bike. Lê îradeya gel têk neçû, yekîneyên parastinê xwîna şehîdan li erdê nehiştin û li bajarokê Baxozê çeteyên DAIŞ‘ê şikandin."

Xwişka şehîd endamê Komîteya Dîplomasî yê TEV-DEM’ê Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê di teqînê de şehîd bibû, Medya Ebdî jî axivî û ev tişt got: "Her yek li vir kesek hêja li ber dilê wî winda kir, şehîd pêşengên me ne, ji bo xwedîderketina li wan divê em xeta wan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin da ku hemû herêmên Rojava rizgar bikin û planên dijmin têk bibin."

Piştî axaftinan şêniyên li cihê teqînê find li derdora wêneyên şehîdan pêxistin.

ANHA


Mijarên Din