‘ Zihniyeta dewleta Tirk tunekirina vîna jinana armanc dike‘

Endamên Kongreya Star gotin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di êrişa xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di serî de  jina azad dike hedef.

Mizgîn Çolaq anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker çewisandin, qirkirina gelê Kurd û vejandina DAIŞ`ê armanc dike û hewl dide demografiya herêmê biguhere û vîna jinê tune bike.

Emîna Hesen jî lîstina bi cenazeyê şervana YPJ‘ê Amara Kobanê şermezar kir û bal kişand ku, qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk ji bo gelê Sûriyê dixebitî armancê dagirkeriyê eşkere dike.

Ji aliyê xwe ve Orîvan Menan destnîşan kir ku êrişa domdar a li ser şêniyên sivîl şikandina vîna gelên xwedî li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derdikevin, bi taybet jinê armanc dikin.

Endama Kongreya Star Zehrîban Hisên got: "Zihniyata Tirkiyê jina azad qebûl nake. Lew ra em dibînim ku bi kuştin jinan û lîstina bi cenazeyê wan xwe serfiraz dibînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din