1. Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi dawî bû

Yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê bi pejirandina rêziknameyê û hilbijartina meclisa yekitiyê ku ji 18 endaman pêk tê bi dawî bû.

Bi dirûşma "Li ber xwe bide, tê bikoşe û azad bibe" yekemîn konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê lidar ket.

Konferans li navenda çandê bi beşdarbûna bi dehan endamên jinên saziyên sivîl û leşkerî û şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar ket.

Piştî axaftinan, senevîzyoneke li ser azarên jinan di dema dagirkirina çeteyan de û berxwedana jin di şer û rêxistina civakê de hate pêşandan.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên salekê yên Yekitiya Jinên Ciwan a rêzikname hate nîqaşkirin û pejirandin.

Her wiha biryar hatin standin, ji wan; vekirina akademî û peymangehên taybet ji bo jinan, ji bo jinên ciwan ên di encamên şer de ji mafê perwerdeyê bêpar mabûn dewreyên perwerdeyê bi koordîneay Komîteya Perwerde û Fêrkirinê werin vekirin, li dijî zewaca di temenê biçûk de hemleyên hişyariyê dê werin lidarxistin.

Di berdewama konferansê de hilbijartin pêk hatin û meclisa yekitiyê ji 18 endaman hate avakirin. Endamên meclisê li pêşiya beşdaran sûnd xwarin.

Di dawiyê encamnameya konferansê, hate xwendin.

ANHA


Mijarên Din