100 ciwanên Tebqayê tevlî berxwedanê bûn

Piştî ku serferberî ji aliyê rûspiyên eşîrên herêmê ve hat ragihandin, 100 ciwanên ji eşîrên Tebqayê tevlî  eniyên berxwedanê yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, bûn.

Beriya tevlêbûna ciwanan, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê hemû pêdivî ji çek û cebilxane radestî ciwanan kirin.

Ciwanan diyar kir ku tevlêbûna wan li eniyên şer, li ser banga pêwîst û erka xwe pêk tînin.

Ciwanan destnîşan kir ku derbasbûna dagirkeriya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya vegera DAIŞ`ê, ev yek jî her kes red dike û salên reş ku di bin desthilata DAIŞ`ê de man, anîn bîra xwe.

ANHA


Mijarên Din