11 endamên Heşdî Şebî di kemîneke DAIŞ`ê de hatin kuştin

Di kemîneke çeteyên DAIŞ`ê ya li bakurê paytexta Iraqê de, herî kêm 11 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Şevê din çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê bajarê Tîkrît ê navenda parêzgeha Selahaddîn, êrişeke çekdarî li dijî baregehên Heşdî Şebî ya Iraqê pêk anî. Ev êriş piştî du teqînên xwekujiyê yên li navenda Bexdayê pêk hat.

Têkildarî mijarê, yek ji efserên Tugaya 22’an a Heşdî Şebî, Ebû Elî El-Malikî ji AFP’ê re got: "Çeteyên DAIŞ`ê êrişî Tugeya 22’an a rojhilata Tîkrîtê kir ku 150 km li bakurê paytext Bexdayê ye."

Çavkaniyên din ên Heşdî Şebî ragihand ku 11 endamên wan hatin kuştin û deh kes jî birîndar bûne.

Di dawiya sala  2017`an de hêzên Iraqê çeteyên DAIŞ`ê têk biribû lê şaneyên  DAIŞ`ê hîn jî li herêmên dûrî bajaran çalakiyên xwe didomînin.

(dx)


Mijarên Din