12 fîlmên din di mîhrîcanê de hatin pêşandan

Di roja 4'an a Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî de gelek fîlmên din hatin pêşandan. Mijarên fîlman li ser "Kapîtalîst, mirina exlaq û parastina ekolojyayê û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" bûn.

Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya Navnetewî di roja xwe ya 4'an de li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê didome.

Li kampa Berxwedan 5 fîlm hatin pêşandan, ku gelek nameyan dide. Fîlmên hatin pêşandan ev in:

FÎLMÊ TÊLA  KINCAN

Fîlmê Têla Kincan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dema wê 5 deqe ye. Derhênerê wê Mehmûd Çiqmaqî. Fîlm balê dikişîne ser rewşa li herêmên ya ji ber destwerdana leşkerî ya hundirîn û derve.

UNDER THE SHADOW

Fîlm ji Udinê ye, derhênera wê Sumeya Berekat e, dema wê 3 deqe û 42 sanî ne. Fîlm qala nebatek biçûk  dike ku di bin siya dareke mezin de dijî. Dar nebatê ji şert û mercên hewayê yên xirab diparêze. Fîlm girîngiya daran her çendî ku mezin bibe jî nîşan dide.

ORANGE MAN DERAMS

Fîlm ji Iraqê ye, derhênera wê Şirîn Cîhanî ye, dema film 5 deqe û 40  sanî e.

Fîlm ji bûyerên rastîn hatiye girtin, ku balê dikişîne ser serpêhatiyên rojnamevanên ên ku wekî rehîne ketine destê DAIŞ'ê.

CV

Fîlmê ''CV" ji Mexirbê ye, derhênerê wê Ebdulfetah El-Serarî ye. Dema wê 5 deqe û 40 sanî ne. Mijara fîlmê, behsa xwendekarekî dike ku piştî xwendina li zanîngehê bi dawî dike, li derfetên kar di saziyên fermî û yên taybet de digere, lê ji ber sedemeke biçûk kar peyda nake, ji ber vê aciziyê bi komên tundraw re têkiliyan çêdike û xwe întîhar dike.

WHITE FISH SEASON

Fîlm ji Îranê ye, derhênerê wê Geryan Necefî ye, dema film saetek, 36 deqe ne. Flîm serpêhatiya malbateke feodal ku ji ekolojyayê hez dike, vedibêje. Lê malbat di nav xwe de parvekirî ye, hinek dixwazin ax û daran biparêzin  û beşek din jî dixwazin wan hilweşînin û daran qut bikin da ku avahî û dezgehên pîşesaziyê çêbikin ji bo ku qezenciya bidest bixîne.

Li kampa Serdem jî 7 fîlm hatin pêşandan:

NARRGESE MAST

Fîlm ji Îranê ye, derhênerê wê Celaledîn Dirûbî ye, dema wê saetek, 38 deqe ne. Navaroka fîlm behsa komeke hunermend û mûzîkjen û helbestvanan dike ku hewl dide bi mûzik, stran û helbestên xwe rihê berxwedanê biçînin, lê ji aliyê desthilatê ve têne girtin.

JUAN VIENTO

Ji Argentînê ye dema wê 04:00 deqe ne.

ELEPANT BIRD

Ji Afganistanê, dema wê 15 deqe ye. Derhênerê wê Mesûd El-Suhêlî ye.

Bûyerên fîlmdi gera çiyayî ya Kabulê de di otobusek biçûk de ye. Her kesê di otobusê de sedemek heye ku vê seferê bike, zilamekî pîr rêwîtiyê dike ku xwesteka xwe ya paşîn bicîh bîne, ew e ku dîkekî elokan diyarî neviyê xwe bike berî ku bimire. Di rê de komeke çekdar rast li otobusê tê, kalemêr ji bo pereyên xwe biparêze xwe mirî nîşan dide. Di kontrolkirina rêwiyan de çavê li dîk dikeve û kalemêr eşkere dibe, li ser vê heta mirinê tê cezakirin.

IRONY  

ji Awistralya, dema wê 7 deqe û 53 sanî ye. derhêner wê Razî Cîca Nîva ye. Fîlm behsa bandora tevna civakî li ser 7 mîlyar mirovên ku bi kar tînin, dike ku bi demê re dibin mîna robotan.

BEWARE THE WOLF

Fîlm karton e, dema wê deqeyeke, ji Feransayê ye, derhênerê wê Julie Rimbouville ye. Fîlm balê dikişîne ser mirina exlaqê. Fîlm hinekî dişbie çîroka Leyla û Gur.

ELECTRIC

Flîm ji Fransayê ye, derhênerê wê Francois Logine ye, dem 3 deqe û 33 sanî ne. behsa serpêhatiya zilamekî dike ku lingên wî jêbûne, xeyalê wê ku mîna her kes li ser lingê xwe bimeşe, li ser vê lingên çeker ê  ser eleketrîkê bi kar tîne.

DENGÊ DAHOLA

Ji Helebê ye, derhênerê wê Reşo Kasan e, dema 80 deqe ne. Behsa berxwedana şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên li dijî komên çete dike.

ANHA


Mijarên Din