12 sal di meha Remezanê de nan bê pera belav dike

Firneya taybet a bajarê Dêrikê di meha Remezanê de nan bê pere li şêniyan belav dike da ku hevgirtina civakî xurt bike.

Hisên Abdullah ji şêniyên bajarê Dêrikê ye û xwediyê firneya El-Nesir a taybet e. Hisên Abdullah di meha Remezanê de nan bê pere li şêniyan belav dike.

Firneya El-Nesir di sala 2006`an de hate avakirin. Gelek şêniyan berê xwe dida firneyê, ji ber ku nanê xwe pir baş e. Di destpêka sala 2008`an de xwediyê firneyê di meha Remezanê de dest bi belavkirina nan bê pere li şêniyan kir, her wiha alîkariya hinek malbatên hewcedar dike.

Hisên Abdullah di nava mehekê de nan li şêniyên Şengalê yên di kampa Newroz de belav kir. Her wiha di dema topbarana dewleta Tirk li ser herêmê de nan li koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ku berê xwe dabû Dêrik û Girkê Legê, belav kir.

Tariq Marûf ku yek ji xebatkarên firneyê ye û berpirsê belavkirina nan e, ji ANHA`yê re got 17 torbe arvan para firneyê ye lê xwediyê firneyê 9 torbeyan dikire da ku têra şênî û hewcedaran bike.  Marûf wiha got: "Dema nan tê belavkirin şênî berê xwe didin firneyê û ji her malbatekê re 5 kîlo nan hatiye diyarkirin.”

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser belavkirina nan ji firneya El-Nesir ji saet 14:00 heta 17:00`an didome.

Her wiha Marûf bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li Koronavîrus ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin, tev bigerin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din