12 zarokên êzidî û 4 zarokên şîî radestî Meclisa Rêveberiya Şengalê hatin kirin

Mala Êzidiyan a li gundê Berzan a bajarê Hesekê, 12 zarokên êzidî û 4 zarokên Til Eferê yên şîî ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li Baxozê hatin rizgrkirin, radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin kirin.

HESEKÊ

Hêzên taybet ên QSD’ê li Baxoza Jorîn a Dêrazorê bi DAIŞ`ê re şer dikin da ku sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wan wek mertalên zindî bi kar tînin, rizgar bikin.

Hêzên Taybet heta niha bi hezaran sivîl û malbatên çeteyên ku di herêmê de asê mane, rizgar kirine. Her wiha bi sedan çeteyên DAIŞ`ê ku hewl dida di nava sivîlan de birevin, girtine û gelek çeteyan jî xwe radestî QSD`ê kir.

Hêzên Taybet ên QSD`ê bi dehan zarok û jinên êzidî ku di êrîşên li ser Şengalê (3`yê Tebaxa 2014`an) de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Beriya çend rojan şervanên QSD`ê hindek êzidiyên din rizgar kirin û ew radestî Mala Êzidiyan a Hesekê kirin. Mala Êzidiyan bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re kete nav têkiliyê û ji  bo ku êzidiyên rizgarkirî radestî malbatên wan bikin, îro jî şandeyek ji Meclisa Şengalê gihîşt gundê Berwan ê Hesekê.

Bi beşdarbûna hevserokê kantona Hesekê Abdulxenî Oso, ji fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê, endamên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê, endamên Meclisa Êzidiyan a Şengalê û endamên Tevgera Jinan a Şengalê, Mala Êzidiyan 16 kesên ku hatibûn rizgarkirin, radestî rêveberiya Şengalê kirin.

Yek ji fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê axivî û hemû şehîdên ku li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) şer kirine, bi bîr anîn. Şiyar Hesekê di axaftina xwe de wiha got: "Em wek QSD rizgarkirina zarokên ku temenê wan 10 sal derbas nekirine, pîroz dikin. Îro me zarokên êzidî ji wan 4 zarokên ji malbatên şîî ji Til Eferê radestî malbatên wan dikin."

Şiyar Hesekê destnîşan kir ku ew li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê şer dikin û soz da ku ew ê hemû kesên ku hatine revandin, rizgar bikin û radestî malbatên wan bikin.

Her wiha hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Şêx Ziyad berxwedana QSD`ê ji bo rizgarkirina sivîl û kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin, silav kir.  Ziyad spasiya hemû saziyên Rêveberiya Xweser kir ku alîkarî dan zarok û jinên êzidî.

Endama Tevgera Jinan a Şengalê Tac Şemê Remo diyar kir ku şervanê QSD`ê ji bo Kurdên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û wan radestî Meclisa Şengalê bikin, canê xwe feda dikin. Tac Şemê Remo got hindek alî li Şengalê propagandayê dikin ku ew êzidiyan li beramberî pereyan rizgar dikin, lê ev yek ne rast e, şervanên QSD`ê yên ku rastî zehmetiyan tên û ji bo rizgarkirina êzidiyan bi hezaran şehîd dane.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Mehmûd Reşo diyar kir ku ev ne cara yekemin e ku QSD`ê êzidiyên ji Şengalê rizgar dikin, kesên ku niha li gel wan 28 kes in lê ew ê 16 zarok ji wan 4 zarokên ji Til Eferê radest bikin, ji ber ku rewşa tenduristiyê ya hindekan ji wan ne baş e .

(bx)

ANHA


Mijarên Din