122 çeteyên Tirkiyê ji Sûriyê gihaştin Lîbya

Çavkaniyekî ji balafirgeha Misrata li Lîbya destnîşan kir ku balafirek girêdayî toreyên hawayê ya Afrîkayê ji Tirkiyê hat û li balafirehê daket. Tê de 122 çeteyên Tirkiyê yên ji Sûriyê hene.

 Çavkanî ji toreya Erebiye ragihand ku balafir girêdayî toreyên hawayê yên Afrîkayê ji Tirkiyê hat û li balafirgeha Misrata daket. Tê de 122 çeteyên ji Sûriyê hene.

Ev bûyer li gel windahiyên nav refên çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ji ber şerên lidijî Arêtşa Niştîmanî ya Lîbyayê çêbûne, pêk hat.

Girêdayî heman mijarê SOHR kuştina 11 çeteyên ji Sûriyê di nav de zarokek di binê 18 saliyê de di şerên li eniyên taxa Selahdîn li başûrê Terablusê û eniya Remle li nêzî balafirgeha Terablusê û eniya projeya Hedbe tevî şerên li Misrata û herêmên din li Lîbya belge kir. Bi vê yekê encama kuştiyên çeteyên alîgirên Tirkiyê li Lîbyayê gihaşt 298 çeteyan.

Piraniya wan çeteyan girêdayî Tugeya Mutasêm, Koma Sultan Murad, Tugeya Siqûr El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.

Leşkerkirina çeteyên ji Sûriyê li beramberî 2 hezar heya 3 hezar dolar û perwerdekirina wan li Tirkiyê û şandina Lîbyayê didomin. Di nav de çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên ku di demek berê de tev li komên girêdayî Tirkiyê bûn.

Li gorî serjimariya SOHR hejmara çeteyên ku gihaştin Lîbya derdora 8 hezar û 950 çeteyan di nav de çeteyên ne ji Sûriyê jî hene. Li aliyekî din hejmara çeteyên ku li Tirkiyê têne perwerdekirin gihaşt derdora 3 hezar û 300 çete ne di nav de 150 zarokên ku temenên wan di navbera 16 û 18 saliyê de hene. piraniya çeteyan ji koma Sultan Murad in.

(şx)


Mijarên Din