137 dibistanên li Til Birakê ji sala xwendinê ya nû re amade ne

Komîteya Rêveberiya Dibistanan li navçeya Til Birak a herêma Cizîrê 137 dibistan ku 11 hezar xwendekaran ji sala xwendinê ya 2019-2020’an re edihewîne, amade kirin.

137 dibistanên li navçeya Til Birak amadekariya pêşwazîkirina 11 hezar xwendekar dikin. Ew jî piştî bidawîkirina belavkirina pirtûkên dibistanê li gorî qeydên dewamê, pêdiviyên taybet ên dibistanan ji xezane, alavên paqijkirinê, sererastkirin û restorekirina 3 dibistanan.

Komîteyên Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê di van du hefteyên dawîn de, xebatên paqijkirina dibistanan, ferzkirina mamoste, belavkirina pirtûkan li gorî qeydên dibistanê yên xwendekarên her dibistanekê, dabînkirina pêdiviyên dibistanan ji xezane û alavên paqijkirinê pêk anîn, da ku pêşwaziya xwendekaran bikin.

Rêveberê Komîteya Çavdêr û Rêxistinê ya Komîteya Rêveberiya Dibistanan li navçeya Til Birakê Xelîl Mehmûd Mihemed wiha got: "Amadekariya me ya ji sala nû ya xwendinê ya 2019-2020’an re, bi dewreyên mamosteyan li peymangehên havînê li ser du merheleyan dest pê kir. Tê de 300 mamoste perwerde kirin.

Mihemed bal kişand ser ku dewama rêveberên dibistanan di 2’yê Îlonê de dest pê kir. Di heman demê de ferza mamosteyan li dibistanan, belavkirina pirtûk, pêdiviyên dibistanan dihatin çêkirin. Mihemed tekez kir ku tenê kêmbûn di refên 1, 2 û 3 de heye.

Di dawiyê de Mehmûd Mihemed anî ziman ku pirtûk bi rêya rêveberên dibistanan li dibistanan hatin belavkirin. Her wiha li gorî hejmara xwendekar, sicîlên giştî û pêdiviya dibistanan jî hatin belavkirin û wiha bi dawî kir: "Dê roja yekşemê bibe roja destpêkê ya sala xwendinê ya nû û dê pirtûk bi awayekî bi rêk û pêk li ser xwendekaran werin belavkirin."

(fr)


Mijarên Din