‘15’ê Gulanê xwedîderketina li zimanê kurdî ye’

Mamosteyên zimanê kurdî yên Kobanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî axivîn û diyar kir ku 15’ê Gulanê xwedîderketina li zimanê kurdî ye.  

Di 15`ê Gulana 1932’yan de Mîr Celadet Alî Bedirxan dest bi derxistina kovara Hawar kir û piştî sala 2006`an her sal gelê Kurd vê rojê pîroz dike.

Mamosteyê zimanê kurdî yê bi navê Ferhad Elî têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wiha got: "Roja 15`ê Gulanê ji bo me pir girîng e, ji ber ku roja nûkirina xwedîderketina li zimanê kurdî ye û şopandina rêya Mîr Celadet Bedirxan e. Ji bo wê jî em her sal bi coş û kêfxweşî vê rojê pêşwazî dikin."

Zimanê kurdî, beriya şoreşê û piştî şoreşê

Mamoste Ferhad da zanîn ku beriya şoreşê xwendina bi zimanê kurdî hebû lê her tim bi tirs bû û got: "Kesên bi zimanê kurdî dixwendin, dihatin girtin û îşkence lê dihatkirin, ji ber ku her tim rejîma Sûriyê dixwest zimanê xwe li ser şagirtan ferz bike û wan dûrî kurdî bixe."

Ferhad Elî tekez kir ku piştî şoreşa Rojava gelek derfet ji bo xwendina zimanê kurdî dest ketin û gelek akademî û zanîngeh li ser asta Rojava vebûn û wiha got: “Şagirtên ku bixwazin bi zimanê kurdî bixwînin, hemû derfetên wekî zanîngeh, peymangeh, akademî û beş hene ku şagirt bixwînin, ji bo ku pêşeroja xwe bi destê xwe biafirînin."

Mamosteya bi navê Yasmîn Mihemed jî axivî û got: "Dema ku mirov behsa ziman dike, yekser dayik tê bîra mirov anku dayik zarokên xwe fêrî ziman dike û dixwaze zarokên xwe bi rêya gotinên pêşiyan û çîrokan zimanê xwe biparêze. Lê li hember dagirkeriyê gelê Kurd pir zor û zehmetî ji aliyê ziman ve dîtine, ji bo vê yekê jî roja 15`ê Gulanê, dayik xwe tê de xwe dibîne ji ber ku ew ziman çandekê bi mirov dide naskirin."

Mamosteyan di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û bi zimanê xwe bixwînin.

(sn-hk)

ANHA


Mijarên Din