15 parlamenteran têkildarî dagirkeriya Tirk daxwaza civîneke taybet kirin

Piştî ku 891 rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxwaznameyek pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin, 15 parlamenterên ji komên partiyên cuda bi fermî daxwaza civînek taybet a li ser dagirkeriya dewleta Tirk ji serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.

Ji komên partiyên cuda yên li parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bi fermî 15 parlamenteran bi daxwaznameyekê daxwaz ji serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin 'ji bo guftûgokirina derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê' civînek asayî lidar bixe.

Di lîsteyê de Partî Demokratî Kurdistanî (PDK) tine bû.

Parlamenterên ku daxwazname pêşkêşî parlamentoyê kirine yên komên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê ne.

Parlamenterê koma Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mem Burhan Qanih ku îmze avêtiye binê daxwaznameyê ji Rojnewsê re axivî û got: "Dema ku rûniştin pêk hat, em ê daxwaz bikin ku erka hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê serweriya xwe biparêze. Ev berpirsyartiyekî nîştimanî, yasayî û mirovî ye. Pêwîstiye Parlamentoya herêmê derbarê wê de bi erka xwe rabe. Hêvî dikin ku encama vî dengê nerazîbûnê hebe. Da ku êdî serweriya welatê me neyê binpêkirin."

Li gorî benda 1 ya madeya 66 ya rêziknameya navxweyî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê 10 parlamenter dikare daxwazekê pêşkêşî serokatiya parlamentoyê bike, da ku mijarek giştî bêxe rojevê. Ji bo di nava hikûmet û parlamentoyê de ji bo berjewendiyên giştî guftûgo pêk were.

Herwiha li gorî benda 3 ya heman madeyê divê Desteya Serokatiya di nava 14 rojan de dema vê rûniştinê eşkere bike.

Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hebûn bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di 20’ê Hezîranê de, bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Duh 891 îmzeyên hatîn komkirin radestî parlamentoya Iraqê kirin. Di 30'ê Hezîranê de jî li dijî dagirkeriyê daxwaznemeyek pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kiribûn û xwestibûn bicive.


Mijarên Din