'15`ê Tebaxê roja azadî û vejînê ye'

Li Qamişlo, Tibespiyê, Til Birak û Çilaxa  salvegera 37`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin û hate gotin, 15`ê Tebaxê roja azadî û vejînê ye.

Bi wesîleya  salvgera 37'an Pêngava 15`ê Tebaxê PYD`ê û Kongreya Star şahiyek li bajarê Qamişlo li dar xist. Şahî li stada Heysem Kiço bi beşdariya bi dehan welatiyan, di nav de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û endamên Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê li dar ket.

Qada stadê  bi alên YPJ, YPG û PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê Partiya Yekitiya Demorkatîk ( PYD) Seîd Hesen Pêngava 15`ê Tebaxê li gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî û roja vejîna berxwedanê li dijî siyasetên dijmin e."

Hesen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê re gelê Kurd şiyar kir û wiha pê de çû: "PKK`ê li ser bingeha rihê şehîd Hakî Karer û berxwedana zindana Amed hate damezrandin. Berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê qeyd û bendên zilmê şikandin."

Hesen destnîşan kir ku15`ê Tebaxê ji bo Kurdan roja hêvî, hêza fikirî û leşkerî ye, her wiha roja azadiya jinan e û got: "Piştî fîşeka 15`ê Tebaxê gelê Kurd li dijî dijmin û desthilata kapîtalîst careke din serî hilda."

Seîd Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Faşîsta Tirk îdia dikir ku berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê dê di 73 saetan de têk biçe, lê îro ew saet veguherî 37 salên ji serkeftinan. Şoreşa Rojava berdewamiya berxwedana 15`ê Tebaxê ye."

Şahî bi stranên Koma Botan û gerandina govendan bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan; Kurd, Ereb û Suryan hate pîrozkirin.

Şahî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a li başûrê rojavayê navçeyê hate lidarxistin.  Beşdaran di şahiyê de diyar kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê destpêka rêya serkeftin û rizgarkirinê ye.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre ciwanên navçeyê bi vê boneyê meşeke meşeleyî li dar xist.

Piştre Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb axivî û destnîşan kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê di dîroka pêkhateyên herêmê de ya li dijî faşîzim û kapîlatlîsta mêtînger veguhartinek bû.

Ereb diyar kir ku serkeftinên ku hatine bidestxistin berhema kedan bi hezaran şehîdan e û soza şopandina xeta wan.

Paşê endama Rêveberiya Kongreya Star Buşra Hisên got, Pêngava 15`ê Tebaxê ji bo jinan gaveke nû bû, ji ber ku di civakê de cihê xwe girt û di hemû qadan de serkeftinên mezin bi dest xistin.

Koma Şehîd Rêwan a Dîlanan a girêdayî Navenda Hêzil a Çand û Hunerê çend berhemên xwe pêşkêş kirin û hunermendê Kurd Elî Menspr yê ji Amûdê stran gotin.

Beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi heman wesîleyê bi sedan welatiyan şahiyek li hola Rojava ya bakurê rojhilatê navçeyê li dar xist.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre bi navê meclisa navçeyê, endamê rêveberiya meclisê Feysel Mihemed Pêngava 15`ê bûye sembola azadî û têkoşînê.

Bi navê Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Emanî El-Şêxê axivî û Pêngava 15`ê Tebaxê li tevahiya gelê herêmê pîroz kir û ev li gotina xwe zêde kir: "Pîrozkirina vê boneya gewre bi saya berdêlên ku rêheval Egîd û hevrêyên xwe li ser rêya azadiyê dane, pêk hatiye."

Şahî bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo şahiye ji aliyê Kongreya Star, Nivîsgeha Malbatên Şehîdan û saziyên leşkerî ve hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a bi avêtina guleya yekemîn ku şehîd Egîd li dijî dagirkeriya Tirk avêtiye ku bi wê têkoşîna çekdarî dest pê kir, pîrozbahî li qada meclisa navçeya Til Birakê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokatiya Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelêf axivî û got ew di berxwedan û şopandina rêça şehîdan de berdewam in.

Li ser navê Kongreya Star endama rêveber Henan Silêman axivî û wiha got: "Di şexsê şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz)de em şexsê ku ji bo pêxistina meşaleya azadî û rûmetê ji tevahî gelên herêmê re serî hildaye, dibînin."

Piştre helbestvan Îbrahîm El-Kesar helbestên şoreşgerî xwendin, dûvre hunermend Teleb El-Nazir stran pêşkêş kirin, her wiha dîlan hatin gerandin.

(eh/fr)

ANHA


Mijarên Din