16 filistinî hatin binçavkirin  û çalakiyên redkirina kongreya Behreynê destpê kir

Artêşa Îsraîlê 16 filistînî vê sibehê di hemleyên serdegirtinê li herêmên cuda li El-Dufa El-Xerbiyê de binçav kirin. Li aliyekî dîtir jî çalakiyên Filistînê yên redkirina Hevpeyaman Serdemê û kongreya Behreynê li tevahî xaka Filistînê destpê kirin.

Nûçegihanê me li ser zimanê çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê 16 filistînî piştî serdegirtina mal û desteserkirina milkiyetên kesayetî li herêmên cuda li El-Dufa El-Xerbiyê, binçav kirin.

Li rexê jî çapemeniya Îsraîlê diyar kir ku artêşê kesên beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne binçav kirine.

Ji aliyekî din ve jî, nûçegihanê me da zanîn ku li tevahî xaka Filistînê çalakiyên berfireh a redkirina Hevpeyaman Serdemê û kongreya Behreynê ku dê sibe li dar bikeve, hatin destpêkirin.

Nûçegihan îşaret pê kir ku çalakiyên protestoyî li xaka Filistînê û kampên penaberên Filistînê yên li derve ku kongera Behreynê û Hevpeymana Sedsalê red dikin, destpê kirin.

Ev çalakiyên protestoyî beriya kongereya aborî ya ku DYA’yê bang wê kiriye ku dê sibe li paytexa Behreynê Mename li dar bikeve, hatin.

Çalakiyên ku komên Filistînê bi rê ve dibin dê heta 26’ê Hizîranê bidomin.

Girêdayî mijarê, serokwezîrê Filistînê Mihemed Aştiyê wiha got: "Naveroka civîna DYA’yê ya li Behreynê sosret e, nûnertîkirina wê jî lawaz e û encamên wê jî dê bêberhem bin. Redkirina Filistînê ya beşdarbûna wê rewabûna wê bi bin xist."

Serokwezîr di daxuyaniyên xwe yên rojnamegeriyê de ku ajansa Wefa ya Fermî weşandiye, got: "Çareserkirina doza Filistînê siyasî ye û bidawîkirina dagirkeriyê pêkan e. Em dikarin serweriyê li dahatoyên xwe û aboriyeke serbixwe ava bikin."

Serokwezîr Mihemed Aştiyê daxuyaniyên xwe wiha bi dawî kirin: "Ku kî dixwaze aştî û geşbûnê ji gelê Filistînê re pêk bîne, divê bang li Îsraîlê bike ku diziya xak, qurnastiya pereyên me û desteserkirina dahatoyên me yên xwezayî rawestîne. Her wiha jî divê bidawîkirina dagirkeriyê rawestandina bicihkirinê, şikandina çemberê li dijî Xezayê û pêkanînên qanûnên navdewletî û biryarên navdewletî li ser Îsraîlê ferz bike.”

(fr)


Mijarên Din