17 tablo serpêhatiyên berxwedana jinê ya li dijî tundiyê vedibêjin

Bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, xwendekarên astên navîn û amadehî yên Efrînê 17 tablo pêşandan ku serpêhatiyên berxwedana jinê ya li dijî tundiyê vedibêjin.

Xwendekarên astên navîn û amadehî yên Efrînê ku ji ber êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker koçberê Şehbayê bûne bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşangehek vekirin.

Xwendekaran beriya hefteyekê amadekariyên pêşangehê kir  da ku 8‘ê Adarê de vekin. Xwendekaran bi destê xwe 17 tablo ku berxwedana jinan ali dijî şîdetê vedibêje xêz kirin.

Xwendeakran bi navê Heyfa Haşim têkildarî pêşangehê ji ANHA‘yê re got: "Me ev pêşang bi boneya 8‘ê Adarê Roja Jinê vekir, da ku ji cîhanê re bidin diyarkirin ku berxwedana jin a li dijî tundiya li ser wî berdewam e."

Rêveberiya Xwendekaran, bazirên bi tayên reng reng hatine çêkirin diyarî xwendekarên beşdarî pêşangehê bûn, kirin.

ANHA


Mijarên Din