189 xwendekarên Efrîn û Şehbayê derbasî ezmûnê bûn

Piştî sala xwendinê ya 2018/2019`an bi dawî bû, 189 xwendekarên Efrîn û Şehbayê derbasî ezmûnan dibin.

Piştî ku xwendekarên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyê neçarî derketina ji malên xwe bûn, tevî rewşên zehmet ku tê re derbas dibûn, îro xwendekarên beşên wêje û zanistî derbasî ezmûnên dawiya salê dibin.   

Hejmara xwendekarên refê 12’an ku derbasî ezmûnê bûne gihaşt 189 xwendekarî, ji wan 84 xwendekarên beşa wêjeyê û 105 jî yên beşa zanistî ne. Xwendekar ezmûnên xwe li 2 dibistanên Ehdas û Til Rifatê pêşkêş dikin. Roja yekemîn a ezmûnê îro saet di 09.00`an de dest pê kir û 3 saetan dirêj kir. Ezmûn dê heta 10 rojan bi vî awayî berdewam bikin.

Madeyên ku xwendekarên beşa wêjeyê û zanistî pêşkêş kir ev in; matematîk, îngilîzî, fîzîk, jineolojî, çand û exlaq, erebî, fransî, zanyarî, kurdî, kîmya, felsefe, dîrok, cografya û sosyolojî.

Têkildarî mijarê serokê Navenda Ezmûnan a Ehdasê Norî Mele Nasan got tevî rewşên zehmet û piştî salekê ji xwendinê, xwendekar bi moraleke bilind derbasî ezmûnan dibin. Norî Mele Nasan hêviya serkeftinê ji hemû xwendekaran re xwest.

Xwendekara bi navê Nora Hemo jî têkildarî mijarê wiha got: "Me îro dest bi ezmûna yekemîn kir ku ew jî madeya felsefe ye û me bi awayekî baş pêşkêş kir."

(eh)

ANHA


Mijarên Din