19 hezar parên sebzeyan ji bo şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye

Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye 19 hezar parên sebzeyan diyar kirin da ku bê pere li ser şêniyan belav bike.

Piştî ku Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye biryara qedexeya derketina derve û girtina tevahiya dikanan ragihand, hinek şêniyan zehmetî di peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane dîtin, ji ber wê Meclisa Aborî 19 hezar parên sebzeyan amade diyar kirin da ku li şêniyan belav bike.

Meclisê di hola Elwan a şahiyan li herêma Şiqeyf de parên sebzeyan amade kirin. Sê malbat bi dildarî tev li vê karê bûn û sebze kirin turikan. Piştre wê bi rêya komînan werin belavkirin.

Endamê rêveber ê Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Kamîran Zaza got ,meclisê bi armanca piştgirtiya şêniyan li gel qedexeya derketina derve bi vê gavê radibe.

Tê payîn ku sibe parên hatine amadekirin li şêniyên taxên Şêxmeqsûd( bi her du beşên wê Rojhilat û Rojava) û Eşrefiyê bêne belavkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din