1`emîn Kongreya Yekîtiya Cotkaran bi hilbijartina rêveberiyê bi dawî bû

Di 1`emîn Kongreya Yekîtiya Cotkaran de 7 kes ji bo rêveberiya Yekîtiya Cotkaran û Sewalkariyê ya herêma Cizîrê hatin hilbijartin. Her wiha beşdaran gelek pêşniyar ji bo sala bê pêşkêş kirin.

Bi dirûşmeya `Şoreşa çandiniyê bingeha şoreşan e` Yekîtiya Cotkaran û Sewalkariyê kongreya  xwe ya yekemîn li bajarê Hesekê bi tevlinûn 200 delegeyan ji tevahiya bajarên herêma Cizîrê li dar xist.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso, hevserokê meclisa kantona Hesekê Ebdulxenî Oso, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên kantona Hesekê tev li kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û li darketina konferansê li tevahiya cotkar û xwediyên sewalan pîroz kir.

Hiso diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girîngî dide çandinî û sewalkariyê. Her wiha balkişand ser rola jinê di vî warî de.

Hiso di nav gotinên xwe de behsa rewşa herêmê û gefên Tirkiyê li dijî herêmê kir û diyar kir ku divê gelên herêmê yekrêziya xwe li hember wan gefan ava bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Piştî wê rapora salê ya Yekîtiya Cotkaran û Sewalkariyê  tevî rêziknameya yekîtiyê ji hêla endamê komîteya amadekar Mihemed Cuma ve hate xwendin.

Piştî nîqaşan, beşdaran gelek pêşniyar girêdayî kar ji bo sala bê pêşkêş kirin.

Hindek ji pêşniyaran;

-Avakirina kooperetîfên cotkaran û aktîvkirina wan.

-Avakirina kooperatîfan ji bo xwediyên pez.

-Peydakirina pêdiviyên hilberînê ji tov, semad, sotemenî bi buhayên guncaw.

-Meşandina xebatan ji bo avakirina saziya êm  da ku êm were peydakirin û di demên guncew de  were belavkirin.

-Meşandina xebatan ji bo peydakirina aşleyên beyterî bê pere û peydakirina dermanan bi buhayên guncaw.

-Parastina zeviyên bejî û çandina darên bejî.

-Aktîvkirina bîran li çolistanê da ku av ji xwediyên sewalan re peyda bibe.

-Avakirina sendoqa kerastên xwezayî ji bo desteka cotkar û xwediyên sewalan.

-Veqetandina zeviyan ji hêla rêveberiyê ve da ku endamên yekîtiyê sûd jê bigirin.

1`emîn Kongreya Yekîtiya Cotkaran û Sewalkariyê li herêma Cizîrê bi hilbijartina 7 kesan ji bo rêveberiya yekîtiyê bi dawî bû. Hevserokatiya yekîtiyê dê di civîna yekemîn de ya yekîtiyê li bajarê Hesekê were hilbijartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din