2 endamên şaneyên veşartî ketin destê hêzên ewlekariyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê du endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê girtin û miqdareke çek û cebilxaneyên wan desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Giştî ya Qada Tebqayê piştî lêkolîn û şopandinê, komînek ji du çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê re danîn. Navendê ragihand ku her du çete ku ji sûcên kuştin û hedefgirtina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsyar in hatin girtin û li gel wan miqdareke çek û cebilxane hatin dîtin û ji aliyê hêzên wan ve hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku 3 kilaşînkov û 100 guleyên wê, 7 çerçûr, bombeyek destan, 3 demançe, 2 demançeyên bêdeng û 5 mayîn li gel her çeteyan hatin dîtin.

 ANHA


Mijarên Din