2 filistînî hatin kuştin û 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Filistîniyên li Xezayê îro xwe amade dikin da ku “Roja Qudsê yê Cîhanê” pîroz  bikin. Her wiha 2 filistînî, di nav de zarokek li Defa El-Xerberiyê û Qudsê bi guleyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin, piştî ku kesekî 2 leşkerên Îsraîlê birîndar kirin.

Nûçegihanê ANHA’yê yê Xezayê got ku hêzên filistînê û hemû komên karkeran bang li filistîniyan kir ku beşdarî bîranîna Roja Qudsê ya Cîhanê bibin, di demekê de ku çalakiyên îro li nêzî 30 dewletan dest pê kirin, li gorî ku dezgehên çapemeniyê yên filistînê diyar kirin.

Desteya Niştîmanî ya Bilind a "Meşên vegera mezin û şikandina dorpêçê" got navê înê "Roja Qudsê ya Cîhanê” ye, ev yek tê wateya ku gelê Filistînê bi mafên xwe ve girêdayî ye û rêya berxwedanê ji bo parastina mafên filistîniyan û doza wan a edaletê ye.

Desteyê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: "Kes nikare xwe li ser gelê me fêr bike, em vê yekê qebûl nakin. Çareseriya tekane ya doza filistîniyan derxistina dagirkeran e."

Her wiha artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînî yê 15 salî dema ku hewl dida benda kontrolê ya Îsraîlê derbas bike û biçe mizgefta El-Eqsa ji bo nimêja înê, ew kuşt û yekî din bi heman sedemê birîndar kir.

Li bajarê Qudsê jî artêşa Îsraîlê ciwanekî filistînê kuşt, piştî ku ciwanekî 2 leşkerên Îsraîlî li nêzî bendeke kontrolê birîndar kir.

Dezgehên çapemeniyê yên filistînê got rewşa birîndarekî Îsraîlê giran e.

Serokê Tevgera El-Hemas li Xezayê Yehye El-Sinwar banga beşdarbûneke mezin ji Roja Qudsê ya Cîhanê” kir û wiha got: "Em qebûl nakin doza me winda bibe, em ê bibin agir û hemû planên qirêjî yên ku doza me hedef digirin, bişewitînin."

Roja Qudsê ya Cîhanê, boneyeke salane ye, filistînî û hin dewletên din, di nav de Îran, vê rojê pîroz dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din