2 hezar sivîl xwe li QSD‘ê girtin

2 hezar sivîl ji bajaroka El-Sûsayê yê gundewarên Dêrazorê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatiye dagirkirin xwe gihandin herêmên di bin kontrola QSD‘ê de.

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji gundên bajaroka El-Sûsayê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de 2 hezar sivîl ku piraniya wan jin û zarokên xwe li herêmên rizgarkirî yên di bin kontrola QSD‘ê de girtin.

Ji sivîlan, nexweş û kesên ji ber mayînên çeteyan birîndar bibûn, hebûn. Şervanên QSD‘ê nexweş û birîndar rakirin nuqteyên tenduristiyê.

Her wiha sivîl derxistin kampa Holê ya navçeya Holê ya kantona Hesekê û pêwîstiyên wan ji xwarin û vexwarin pêk cih anîn.

Sivîlan destnîşan kirin ku ev 5 roj in bê xwarin û gotin, çeteyên li El-Sûsa, Baxoz û El-Şefaayê biyanî ne û malên wan mayîn dikin.

Hêjeya bi bîrxistinê ku şervanên QSD‘ê demek berê ji bo rizgarkirina sivîlên bi çalakiyekê korîdoreke ewlehiyê vekiribû.

ANHA


Mijarên Din