2 keştiyên veguhestina petrolê li Deryaya Umanê hatin hedefgirtin

Navenda çalakiyên bazirganiya deryayî ya girêdayî komkeştiyên Birêtaniya îro roja pênşemê got agahiya wan li ser bûyera ku li Kendava Umanê li nêzî berava Îranê çêbûye, hebû.

Navendê wiha dewam kir: "Birêtaniya û hevkarên wê bûyerê lêkolîn dikin."

Ajansa Unioz a Îranê ya nûçeyan ragihand ku 2 keştiyên veguhestina petrolê di Deryaya Umanê de hatin hedefgirtin û diyar kir ku ew herdu keştiyên mezin ku petrola xam ji Kendavê radikir.

Ajansê bibîr xist ku çavkaniyên herêmî di Seltent Umanê de îro ragihandin ku dengê 2 teqînên mezin li ser hev ji hundirê Deryaya Umanê hat.

Ajansa Associated Press got koma Birêtaniya ya aştiya deryayî piştî bûyera li Deryaya Umanê, banga hişyariyê kir.

Çalakiyên bazirganiya deryayî li Birêtaniya ku ji aliyê hêzên deryaya  Birêtaniya tê birêvebirin, di rewşa amadekariyê de ye, lê tu detayên bûyerê şîrove nekir û got ew mijarê lêkolîn bike.

Fermandar Joshua Frey Bêje Berdevkê Komkeştiya Pêncemîn a Hêzên Deryayî ya Amerîkî li Buhreyîne got agahiya fermandariya wan bi bûyera ku li herêmê agahî dan, heye, lê zelalkirina wê red kir.

Komkeştiya Pêncemîn a Amerîka destnîşan kir ku wan banga alîkariya ji herdu keştiyan dema ku rastî êrîşê li Bendavê hatin, girtine.

Her wiha malpera Rûsya El-Yeûm bibîr xist ku keştiya alîkariya ya Îranê ber bi Kendava Umanê ve diçe da ku alîkariya herdu keştiyên petrolê bike.

(jo/kc)


Mijarên Din